Biryara kontrola edlî ya di doza Kobanê de hatibû dayîn hat rakirin 2025-07-08 18:52:09   ENQERE - Biryara kontrola edlî ya di Doza Kobanê de ji bo siyasetmedaran dabû, li ser serlêdanê hat rakirin.   Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê 6-8’ê cotmeha 2014’an de bi hezaran kes hatin gel hev û rewş protesto kirin. Ev protesto hincet hatin nîşandan û hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî nav de ceza lig elek siyasetmedaran hatibû birîn. Hinek siyasetmedar jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.   Ayla Akat Ata, bi şerta kontrola edlî hatibûberdan û parêzerê wê Çîgdem Kozan û parêzerê Mesut Bagci Yusuf Çakas ji bo şerta kontrola edlî bê rakirin serî li dadgehê dan.   Meriya îdiayê ya mutala da 22’emîn Dadgeha Ceza Giran , der barê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Mesut Bagci, Ayşe Yagci, Gultan Kişanak, Meryem Adibellî û Sabahat Tuncel de der barê kirina şerta kontrola edlî mutala da.   Dadgehê piştî nirxandina kir qedexeya derketina derve rakir.