Şewata li Licê nêzîkî taxan bû 2025-07-05 15:48:14     AMED - Şewata ku li devereke bejahî ya navçeya Licê derket, mezin bû û nêzîkî taxan bû.   Li bejahiya navçeya Licê ya Amed'ê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Şewat li taxa Karahasan dest pê kir û gihîşt taxên Cofitin, Banê Dêran û Fareqolê.   Agirkujên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Şaredariya Licê mudaxeleyî agir dikin.