Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Şêx Seîd re şand 2025-06-27 12:42:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa "100 saliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf" re şand û got: "Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk re bû yek wê bigihêje armanca xwe ya rasteqîn."   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa "100 saliya Serhildan Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtiraza kolektîf" re şand.   Peyam bi vî rengî ye:   "Ji bo Konferansa Sedsaliya Serhildana 1925'an   Cemiyeta Azadî, Şêx Seîd û Hevalên Wî, Bîr û Îtîraza Hevpar   Rastiya dîrokî ya ku em di şexsê Şêx Seîd de behsa wê dikin, ji serhildanek an jî serhildêriyeke herêmî wêdetir e. Ev rastî têkoşîneke kevneşopî ya ji bo hebûnê ye ku di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopên kûr hiştiye. Ew têkoşîn serhildana civaka Kurd e ku bi bawerî, kevneşopî û îradeyê li dijî zihniyeta yekperest a ferzkirî derketiye holê.   Şêx Seîd, wekî pêşengekî di şert û mercên serdema xwe de, berpirsiyariya civakî wergirtiye ser xwe û li dijî polîtîkayên înkarê yên ku îradeya Kurdayetiyê hedef digirtin, helwesteke xurt nîşan daye. Ev serhildana ku di şexsê wî de wateyekê werdigire, ne tenê bertekeke siyasî ye, di heman demê de bertekeke civakî ye jî. Ev bertek îfadeyeke dîrokî ya dilsoziya Kurdan a bi heqîqeta xwe re ye.   Siyaseta navendîperest û yek-nasnameyî ya ku di salên destpêkê yên Komarê de hat meşandin, armanc dikir ku gelê Kurd ji hebûna wan dûr bixe. Şêx Seîd got 'Me edalet dixwest, lê we cezayê îdamê da' û bi vê gotinê li dijî vê siyasetê dengê gelekî bir heta sêdarê. Ev gotin nîşaneya herî zelal û bi hêz e ku nîşanî me dide ku heqîqet li hember zilmê paşve gav neavêtiye. Her wiha, gotinên wî yên wek 'Birêz dozger, ka em diçûn bi hev re berx bixwin' îfadeya komployê ye ku ew pê re rû bi rû maye. Gotinên wî yên wek 'Bêguman neviyên min wê tola min hilînin' hêviya berxwedanê ye ku wî ji bo nifşên siberojê hiştiye.   Xaleke din jî heye ku divê li vir binê wê bê xêzkirin: Mîna her berxwedaneke dîrokî, serhildana bi serokatiya Şêx Seîd jî, şert û mercên serdema xwe hildigire navxwe. Girêdana wê serhildanê bi têkoşîna azadiyê ya îroyîn re, ne bi romantîzkirina wê, lê bi derxistina dersên binyatî û ji nû ve avakirina berdewamiya dîrokî li ser xeteke azadîxwaz û demokratîk mumkun e.   Min ev kevneşopî ji bo veguherîna şoreşgerî ya Kurdbûna azad wek bingeh girtiye dest. Têkoşîna ku ez dimeşînim armanc dike ku mîrata berxwedanê ya watedar a rabirdûyê bi pergala demokratîk, piralî û aştiya civakî ya siberojê re bîne cem hev. Xeta Şêx Seîd dema ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk a îroyîn re were hevgirtin, ew ê wateya xwe ya rastîn bi dest bixe.   Kurdbûneke azad bi dilsoziya bi dîrok, çand û nirxên exlaqî-siyasî yên gel re mumkun e. Divê gelê me di vê mijarê de baldar be û mîrateya pîroz a ku rêberên dîrokî li dû xwe hiştiye biparêze.   Li ser vê bingehê, ez Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînim û careke din biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li nirxên têkoşînê li ser rêya azadî û rastiyê diyar dikim, bi hêviya konferanseke serketî hemî beşdaran silav dikim."