Hevşaredar bi xebatkarên çapemeniyê re civiyan 2025-06-25 12:40:48     WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi kedkarên çapemeniyê re rûniştin û têkildarî avakirina civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê peyam dan.   Hevşaredaran diyar kirin ku banga dîrokî ya 27'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, werçerxeke û destnîşan kirin ku divê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê ji vê pêvajoyê re bikin.   Neslîhan Şedal anî ziman ku li gel desteserkirina îradeyê ya beriya niha jî wan bi îradeya gel careke din dest bi wezîfeyê kirin û got, di rêveberiyên xwecihî de wê li ser xeteke azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk bixebitin. Neslîhan Şedal got, "Em di demeke welê de ne ku derfetên aştiyê, derfetên avakirina civaka demokratîk gelekî zêde ne. Banga ku Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, hêvî ji nû ve mezin kiriye ku êdî li her devera cîhanê aştî dikare pêk were, hêvî dikare bê mezinkirin." Neslîhan Şedal bi dewamî got, "Me beriya niha gotibû, em careke din dibêjin ku li qada rêveberiyên xwecihî em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û ji bo avakirina aştiyê, ji bo avakirina civaka demokratîk hemû derfetên xwe seferber bikin."   Abdullah Zeydan jî diyar kir ku rêveberiya qeyûm xisarên cidî da bajêr, lê belê bi aqlê kolektîf wê bi gel re van xisaran çareser bikin.   Abdullah Zeydan destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê peyameke siyasî ye, di heman demê de ji bo aştiya civakî ya li Tirkiyeyê firsendeke mezin e û got, "Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava êgir de ye, divê hikumet li gorî vê banga dîrokî û firsenda dîrokî gavên pêwîst biavêje."   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.