Kujerê Gulîzar Yildiz hat girtin 2025-06-23 15:20:51     ŞIRNEX - Remzî Kayaalp ê ku li Silopiyayê Gulîzar Yildiz qetil kiribû, hate girtin.   Xebatkarê loqenteyeke li navçeya Silopiya ya Şirnexê Remzî Kayaalp, ji xebatkarên loqenteyê Gulîzer Yildiz a 27 salî qetil kir. Remzî Kayaalp ku hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate krin.    Dadgehê, bi sedema "kuştina bi qesdî" biryara girtinê da. Remzî Kayaalp şandin girtîgehê.