Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin 2025-06-20 15:15:16     STENBOL - Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de birayê Ergîn Atabey, Erol Atabey, xwişka Zekî Bayhan Şukran Bayhan û birayê Mahmût Yamalak Selahattîn Yamalek ku demekî kin berê biribûn Îmraliyê jî bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.   Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 8 caran li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî jî parêzeran di cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê disiplînê” yê ji bo 3 mehan ê nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî “cezayê” hatiye dayin tu agahî nehatin parvekirin.   Piştî 4 salan hevdîtin        Malbata Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.   Piştî vê hevdîtinê, di 7’ê Hezîrana 2025’an de cara sêyemîn hevdîtina malbatê hat kirin. Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin. Di hevdîtinê de biraziyê Abdullah Ocalan Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan cih girtin. Abdullah Ocalan, di heman demê de piştî 26 salan cara ewil bi du xwarziyên xwe re hevdîtin kir. Di heman rojê de Hamîlî Yildirim jî bi bira û pismamên xwe re, Omer Hayrî Konar bi birayê xwe re hevdîtin kir. Her wiha Veysî Aktaş jî bi xwişk û birayên xwe re hevdîtin kir.    Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan ku demekî kin berê sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin jî di 7’ê Hezîranê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.