ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-19 09:00:00     *Endama Însiyatîfa Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Aysel Onen der barê xebatên tevgera jinan û pêvajoyê de axivî û got pêşengên têkoşînê jinin û wiha got:”Abdullah Ocalan ji serî de girîngî dida jinan. Em vê ji hemû xebat û nirxandinên wî dibînin.” DÎMEN HEYE   *Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç pêvajoya Aştiyê ya di 1999’an de hatiye destpêkirin û pêvajoya ji meha cotmehê de ye didome, komara demokratîk nirxand û got: “Ger ku forma Komara demokratîk pêk bê di serî de Sûriye, Iraq û Îran, li Rojhilata Navîn wê modeleke ku mînak e bê avakirin.” DÎMEN HEYE   *Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan der barê ‘xeta têkoşîna bi tundiyê re ya Wanê’ de axivî û got bi vê tora ku hatiye avakirin armanc ev e ku li dijî tundiyê bi lez refleks bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Mamoste û xwendekarên li Helebê diyar kirin ku tevî hemû astengiyan jî ew xwedî li perwerdeya bi zimanê dayikê derdikevin û wiha gotin:"Me nehişt koçberî ji zimanê dayikê re bibe asteng."DÎMEN HEYE