12’ê hezîranê de heman pirs: Zarok çima tên xebitandin? 2025-06-08 09:02:38 Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN- Di temenê zarokatiyê de xebitandin bi krîz, koçberî, newekheviyêre her diçe giran dibe. Li Tirkiye û Kurdistanê xebitandina zarokan di 12’ê Hezîranê de dîsa dibe rojev. Lê polîtîkayên dewletê li şûna çareseriyê dibe parçeyek pirsgirêkê.   12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê, li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê wek her sal dîsa heman pirsê tîne rojevê: ‘Çima zarok hîna dixebitin?’. Salên borî dawî e bi krîza aborî re  zarok ji tekstîlê bigirin heta çandiniyê, sektora xizmetê bigirin heta kolanan bi awayekî sîstematîk tên xebitandin.  Pispor diyar dikin ku xebitandina zarokan tenê bi xizaniyê nayê vegotin û diyar dikin ku ev ji ber gelek faktorên wekê newekheviya çînî, koçberî, newekhevî û rolên zayenda civakî pêk tên.   Piştperdeya dîrokî   Li gorî pispora xebitandina zarokan li Tirkiyeyê digihêje dema Osmaniyan. Keda zarokan wek parçeyek hilberîna malbatê tê dîtin. Di vê pêvajoya ku sanayî bi sînor bû, zarok bi taybet di zanat û û têkiliyên hoste-çiraxê de dixebitîn.   Bi îlankirina komarê re der barê mafê zarokande sererastkirinên qanûnî bên kirin jî pirsgirêka xebitandina zarokan berdewam kir. Bi taybte zarok lig undan, li ser erdan hatin xebitandin.   Binpêkirina keda zarokan   Piştî darbeya leşkerî ya 1980’ê şûnde bi bandora kapîtalîzmê re polîtîkayên neolîberal, bandor li ser xebata zarokan jî kir. Bi pêvajoya tayberkirinê re qada îstîhdama cemawerî teng bû û mekanîzmayên piştgiriya bejahiyan qels bû. Bi bajarvaniyê re binpêkirina zarokan li bajaran jî belav bû. Zarok edî ne li ser erdan, di atolye, sanayî, kolan û xizmetên malê de hatin xebitandin.   Polîtîkayên şerê taybet   Di salên 1990’î de bi pêvajoya pevçûnê re li erdnîgariya Kurdistanê koçberî hatin jiyîn. Bi valakirina gundan û polîtîkayên şerê taybet bi sedhezaran kes ji warê xwe koçber bûn. Bi vê re zarok ji perwerdehiyê qût bûn û li kolanan bêyî qeyd û ewlehî hatin xebitandin.Dewlet li şûna polîtîkayên civakî yên parastinê biafirîne, keda zarokan ji nedîtîve hat.   Rastiya îro   Di qada tekstîl, çandinî, pêlav, mobîlya û firoşikariya li kolanê de xebitandina zarokan derdikeve pêş. Bi taybte karkeriya çandinî pirsgirêka herî mezine. Ji Riha, Mêrdîn, Wan û Amedê, malbat bi zarokên xw re diçin Edene, Mersînû Konyayê û bi saetên dirêj li ser erdên pembu, firingî, fistik, îsot û narenciyeyê dixebitin.   Li bajaran zarokên penaber yên Sûriyeyî û Afgan jî pir caran bê qeyd û ewlehî, bi heqdestên kêm di atlye û fabr^qeyan de tên xebitandin. Bi taybet li Stenbol, Enqere, Dîlok û Îzmîrê keda zarokan tê binpêkirin.   Ligel vê li kolanan jî zarok, karên firoşikariya av, simît, paqijkirina camên wesayîtan, berhevkirina karton û şuşeyên plastîk dikin.Ev qad ji bo zarokan bê ewlene. Zarok bi saetan li kolanan digerin û gelek caran bi rîska qeda, destdirêjî û tundiyê re tên rû hev. Ev zarok heman demê de nikarin perwerdehiya xwe bidomînin.    Pirsgirêkên ku zarokên dixebitin bi binpêkirina aboriyê sînor nîne. Zarokê karkerên çandiniyê di şert û mercên giran de, pisgirêka perwerde, starbûn û xwedîbûnê dijîn.  Zarokên karkerên demsalî ji ber vê neçar dimînin perwerdehiya xwe jî bidawî bikin.   Qeyd rastiyan nîşan nadin   Li gorî rapora ILO û UNICEF a 2023’an li Tirkiyeyê hejmara zarokên dixebitin 5 salên dawî de zêde bûye.  Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di 2024’an de herî kêm 54 zarok di karên dixebitîn de jiyana xwe ji dest dane. Di 2023’an de ev wek 62 derbasî qeydan bûye. Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê di daxuyaniya ‘karkeriya zarokan, xizaniya zarokan û cînayetên kar yên zarokan’ de da zanîn ku 12 salan de herî kêm 764 zarok di kargeriyên dixebitîn de jiyan axw eji dest dane.   Navenda Lêkolîna Qada Civakî-Polîtîk (SAMER) di lêkolînên 204-2025’an de li ser demên xebata zarokan  a li bajarên Kurd sekinî.  Koçberî, xizanî, betaliya jinan û pewerdehî bandor li ser xebata zarokan dike. her wiha li Kurdistanê sedemên çandî, olî û nasnameyê jî bandor dike.   Barê zarokên keç yên nayên dîtinê   Keda zarokên keç pir caran nava malê de an jî di xizmetên nayên dîtin de tê bikaranîn. Zarokên keç yên li ser erdan dixebitin heman demê karê malê jî jî dikin.   Qanûn heye lêk nayê   Der barê pêşîgirtina xebata di temenê biçûk de qanûn hebin jî di alî pêk anînê de encamên têr nayên girtin.   Desthilatdarî salên dawî de bernameyên lîseyên pîşeyî û çiraxtiyê teşwît dike. bivan bernameyan teşeyê nû yê binpêkirinê jî dertê holê. Pispor diyar dikin ku xebitandina zarokan tenê bi xizaniyê nayê vegotin û diyar dikin ku ev ji ber gelek faktorên wekê newekheviya çînî, koçberî, newekhevî û rolên zayenda civakî pêk tên. Hewcedarî bi polîtîkayên ku dest didin jiyana zarokan heye.