Hevşaredar Safiye Akdag: Ligel astengiyan jî soza ku dane pêk tînin 2025-05-16 09:03:00   Rojda Aydin    AMED - Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag ku têkildarî xebatên xwe yên salekî de axivî, destnîşan kir ku ew tax, kolan û gundan digerin û xwe digihînin gel. Safiye, ev tişt got: “Ji bo ku em layiqê vê gelê bibin ji bo xizmetê çi pêwîst bibe em ê bikin.”     Şaredariya Bajarê Yenîşehîr a Amedê ku piştî hilbijartinê bi dest xist şûnde di ser de salekî derbas bû. Piştî 8 salan ku şaredarî ji nû ve hat girtin, gelek xebatan meşandin û li pêşiya van xebatan gelek caran astengî jî çêbûn. Ligel ku rewşa aborî ya şaredariyê nebaşe jî gelek proje pêk hatin û gelek proje jî dane pêşiya xwe. Di nav van projeyan de bi taybetî projeyên ji bo jin, ciwan, zarok û ekolojiye hene. Şaredarî ku li taxan xebatên xwe didomîne, niha berê xwe didin gundan û bi gel re civînan li dar dixin û daxwazên gel gûhdar dikin.   Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, têkildarî xebatên xwe yên salekî de ji ajansa me re axivî.   * Di destpêkê de ev salekê bi ser xebatên we de derbas bû, hûn vê salekî xwe çawa dinirxînin?   Dema ku me nû dest pê kir hinekê zehmet bû. Ji ber ku qeyûman gelek texrîbatan pêk anîbûn. Di hemû şaredariyan re heman rewş hebû û di şaredariya me de jî heman tişt pêk hatibû. Dema ku me dest pê kir heta du sê mehan me kar û barên xwe komên li ser hev kir. Di hêla hiqûqî de serlêdanên me hebûn. Ji ber ku saziyên me yên di derbarê jin, ciwan û zarokan de gelek saziyên ku girêdayî şaredariyê bûn hatibûn dewrkirin. Hem hîbe û hem jî tehsîs kirine 25 salan bê bedel. Di wê warê de me gelek zehmetî kişand. Ji ber ku gelek projeyên me hebûn. Projeyên ku me dixwest bikin meriyetê. Li ji ber ku sazî û avahiyên me tunebûn me di wê warê de zehmetiyan kişand. Lê me wan bernameyên xwe ne di avahiyên girtî de li derve, kolan, parq û malan de dom kir û heta niha jî wisa ye. Di hêla hiqîqî de salekî jî derbas bûye me hîn bersiv negirtiye. Ev pêvajo hîn jî didome.   * Wek şaredarî we di salekî de çi kir?   Wek gelek şaredariyên me, me jî wek rêvebiriya şaredariyê û endamên xwe yên meclîsê me kedekê mezin da birastî jî. Di aliyê aborî de jî rewşa şaredariyê ne baş bû. Ji ber ku gelek deyn hîştibûn ji me re. Em neçarbûn wê deynê bidin û ev yek jî bandorê li aboriya me kir. Tiştî ku me dixwast me nekarî pêk bînin. Em ê hewl bidin ku di pêşerojê de pêk bînin. Berê her tiştî di derbarê xebatên jinan de saziyekê me tunebû, ji ber ku hemû hatibûn dewrkirin. Cihekê me yê biçûk hebû. Me bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê saziya xwe ya jinan vekir. Me li wê derê gelek xebatan pêk anî. Wek mînak di bin navê saziya jinan de me semîner û panel di derbarê tundiya li hember jinê me li dar xist. Di aliyê derûniyê de xizmetên me çêbûn û hîn jî didomin. Du derûnnasên me yên jin hene. Yek bi zimanê kurdî yek jî bi tirkî xizmetê dide. Di vê warê de gelek serlêdan çêbûn û her ku diçe jî zede dibe. Li taxan, gundan û saziyên xwe me di derbarê tundî, mafê jinê û tiryakê de da. Ne bi tenê ciwan heta zarok jî tiryakê bikartînin. Li hemberê vê yekê me perwerdehiyan da. Di çarçoveya 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de me gelek xebatan pêk anî. Me bi taybetî li taxan civînên jinan li dar xist. Daxwaz, pêşniyar, gilî û gazincên wan me gûhdar kir.   Di warê ciwanan de xebatên me çêbûn. Xebatên çandî, hûnerî û ziman de hîn jî didomin. Qûrsên me yên enstirûmanan û zimanê kurdî tên dayîn. Hem di şaredariyê de wek asta yekem û duyem ders ji xebatkaran re tên dayîn û hem jî ji bo gelê me dersên kurdî dom dikin.   * Di warê ekolojiyê de we çi xebat meşandiye heta niha?   Hem di derbarê çandiyê de perwerdehiyê da ye û hem jî li vê derê cihekê me heye. Baxceyê me yê çandiniyê heye û em li wir çandiniyê dikin. Em bi zarok, ciwan û jin jî tên vê baxceyê. Li vir çandiniyê dikin. Piştî çandiniyê fêkî û zebzeyên ku gihiştine ji bo xwe dibin. Me biryarek wisa daye. Li vir çi bê çandin bi keda wan ava dibe û berhemên ku gihiştine jî em hemû belav dikin. Di aliye ekolojiyê de jî plansaziyên berfirehtir hene. Wekî ku me anî ziman di aliyê cihê ku em çandiniyê bikin de em pirsgirêkan dijîn. Projeyên me hene. Wek kooperatîfê em dixwazin xebatan bidomînin û em dixwazin atolyeyan pêk bînin. Piştî ku me pirgirêka cih çareser kir em ê dest bi atolyeyan jî bikin. Atolyeyên dirûtinê em dixwazin pêk bînin. Atolyeya mûman me destpê kiriye. Atolyeyên cûr bi cûr wê dom bikin.       * Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê bi kîjan armancê hat vekirin? Heta niha qet jin serlêdan kirine an na?   Navenda jinê ji ber ku hinek dûrê navendê ye di hêla hatin û çûyînê de me zanibû em ê zehmetiyê bikişînin. Di destpêkê de serlêdan kêm bûn. Ji hemû taxên me di hela derûnî û hiqûqî de gelek serlêdanên me çêbûn. Niha gelek serlêdan hene. Ji ber ku serlêdan zêde ne em dixwazin qada xwe jî berfirehtir bikin. Navenda me jî ji ber ku biçûke ji bo cih gûhertinê, avahiyekî me ku di derbarê mijarek dinê de xebatê dikir em ê niha li hev bigûherînin cihê wan. Me dest bi amadekariyên wê kiriye. Ji bo seminer û panelên ku em bidin cih pêwîst bû ji me re. Lewma me biryarek wisa da. Xebatên Binevşê ne di nava saziyê de li qadê em dimeşînin. Xebatkarên me yên jin ku girêdayî navenda polîtîqayên jinan e, li derve rû bi rû hem danasîne saziyê dikin, hem jî daxwaz û pêşniyarên wan digirin. Bi vê awayî serlêdanên me zêde bûn. Ev xebat ji bo me gelek girîng e. Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinên ku Yenîşehîrê dijîn. Hedefa me ew e ku em xwe bigihînin gundan jî. Ji ber ku jinên li gundan di aliyê çûyîn û hatinê de zehmetiyan dikişînin. Di wê aliyê de em alternatîfan jî ava dikin.   * Şaredariyê ji bo peydakirina îstîhdamê ti kar kiriye?   Di aliyê îstîhdamê de elbet me gelek hevalên jin îstîhdam kiriye. Lê ji ber ku rewşa şaredariyê di aliyê aboriyê de nebaşe, piştî serokkomar talimata SGK’ê da pereyê ku ji bo şaredariyê tê ji bo xizmeta gel, ji sisêyan yek jê tê birin. Ji ber vê yekê di aliyê îstîhdamê de dest û nigên me hatin girêdan. Ji ber vê yekê em niha nikarin îstîhdamê bikin.    Lê me niha çend proje di derbarê jinan de me ava kiriye. Projeyên me yên derbarê ekolojiyê de jî hene. Bi vê rêyê em ê karibin îstîhdamê bikin. Mînak çandina firîngiyan ku erdekê herî kêm 10 doniman pêk bê, hevalên me yên jin ên li taxan bi hevre çandiniyê bikin, bi hevre kom bikin û hişk bikin. Bi vê awayî em bikaribin bifroşin û îstîhdamê pêk bînin. Ji bo projeyan me serlêdan kirin, lên bersiva erênî hehatiye. Li hemberî me seknekî jî heye û ev yek jî sekneke siyasî ye.    Projeyên me yên ku serlêdan hatine kirin erênî nehatine kirin. Ji li derveyê welat serlêdanên me çêbûn. Di vê warê de xebatên me hene. Di warê kargehan de jî atolyeyên me hene. Projeya me ya kargeha jinan heye. Ji bo vê jî me serî lê daye. Ji bo astengdaran jî projeyeke me heye. Ji bo ciwanan cihekî ku ji 19 doniman pêk tê, hem xebatên werzîşê, hem çand û hûnerî û hem jî xebatên ziman pêk bê. Her wiha  di navde jî mûzeyeke modern jî dê hebe, hem di aliyê pêyker çêkirinê de û hem jî di wênesaziyê de hem wek pêşenge em karibin bikarbînin û hem jî em kargehan pêk bînin tê de. Em proje li pêşiya me ye. Me bi Şaredariya Bajarê Mezin re hevdîtin pêk anî, wê piştgirî bidin me û alîkariyê bikin.   * Bi taybetî ji bo ciwan, jin, kal û pîran we kîjan projeyan pêk anî?   Mînak li Binevşê 8 hevalên me yên jin hene. Dersên erbaneyên dîtin û xwe pêşxistin û her wiha qoroyekê jinan e. Em dixwazin vê xebatên mezintir bikin. Em dixwazin hem ciwan û hem jî zarokan di vê warê de perwerde bikin. Wekî me got heta peydakirina enstrûmanan de jî em zehmetiyan dikişinin. Cihê ku em perwerdehiyê bidin tuneye. Em niha alternatîfan digerin. Di şaredariyê de cihek mezin heye, wek cihek anfî yê heye. Kapasîteya wê gelek mezin e ku em bikaribin hemû konser, şano û pêşengehên fîlman li wê derê ava bikin. Em niha ji bo vê dixebitin. Nêzî ku 1000-1500 kesî kapasîteya wê heye. Ji bo çêkirina wê me niha projeyek amadekiriye. Ev gelekî girîng e birastî jî.                  * Daxwaz an giliya herî gelemperî ya gel çi ye, hûnên van pirsgirêkan çawa çareser bikin?   Dema ku me nû destpê kir, em nikarin bibêjin ku bi hezaran gel hatin serdana me. Di dema civînên taxan de ku em diçûn hema bêjin hefteyekî rojê em tên ligel hev. Li her taxekî û gundan civîn tên lidarxistin. Di destpêkê de ji me re wiha dihat gotin, “Em rewşa şaredariyê baş dizanin. Em dizanin ku şaredariyên me di bin deynan de ne û taxrîbatên mezin hatine kirin. Em ji we tiştekî naxwazin, heta ku hûn komên serhev bikin." Helbet salekî derbas bû. Tiştên ku me kirin ne hindik bûn, lê têrê nakin. Kêm dimîne ji ber bê derfetiyan.    Lewma em hewl didin alternatîfan ava bikin. Ji ber ku hin tişt di aliyê hiqûqî de wê çareser nebin, me vê dîtiye. Salekê derbas bû em dizanin ku gel benda xizmentan e. Ji ber ku di 8 salan de tu tiştek ji bo gel nehatiye kirin. Lewre gelek kêmasî hene. Navçeya me ji xwe navçeyeke xizan e di aliyê aborî de. Bendewariyên wan hene ji me. Lê meha çûyî û meha niha jî me meaşê nîvê xebatkarên xwe em karibin bidin.    Ku bi vê awayî bidome em ê nikaribin meaşê xebatkarên xwe bidin. Rewşa gelek şaredariyên me wekî me ye. Daxwaz hene, ji bo wan daxwazan hewldanek jî heye. Em divê bibin bersiv, ji ber ku ev peywira me ya yekem e. Ji ber ku gelê me li hember hemû tiştî bersivekî da û xwedî vîna xwe derket. Bi her awayî ligel me ne. Em vê yekê hêst dikin.    Em spasdar û minetdarin ji bo gelê xwe. Lê em vê sozê didin carek din didin; ji bo ku em layiqê vê gelê bibin ji bo xizmetê çi pêwîst bibe em ê bikin.