ROJEVA 16'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-16 09:00:00     * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêzanameya xwe de bal dikişîne ser pêvajoya damezrandina PKK'ê, bandora reel-sosyalîzm, netew-dewlet û feraseta moderniteya demokratîk. DOSYA    *Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag ku têkildarî xebatên xwe yên salekî de axivî, destnîşan kir ku ew tax, kolan û gundan digerin û xwe digihînin gel. Safiye, ev tişt got: “Ji bo ku em layiqê vê gelê bibin ji bo xizmetê çi pêwîst bibe em ê bikin.” BI DÎMEN   *Her sal bi boneya pîrozkirina 15'ê Gulanê sazî û dezgehên Kurdî bi bernameyên rengîn û cur bi cur vê rojê pêşwazî dikin. Mirovên ku zimanê xwe nizanibin bê guman nikarin hebûna xwe ya civakî û çandî jî biparêzin. Helbet girîngiya rojên sembol bi qîmet û watedar in. Lê ev mijara kûr salê carekê bi pîrozkirina rojekê çareser nabe. JI PÊNÛSA JINAN     *"Li Tirkiye û Bakur ji ber qeexeyan di wêjeya Kurd de zêde xebat nehatiye meşandin lê di salên 1990’î de bi têkoşîn û berxwedanên mezin kampanyayên ziman û parastina ziman hatine meşandin. Girtiyên jin li zindanan berhemên girîng nivîsandin. Ji bo wêjeya zindanê ya sedsala 21’ê Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan dikare mînak bê dayîn." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Ji Rêveberiya DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan da zanîn ku di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê mafê hêviyê pêk bê û ji bo sererastkirina qanûnî ya demokratîk, li ser pêşnûmeqanûna alteratîf dixebitin. BI DÎMEN   *Jinan, nûnerên saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan, der barê pêvajoya piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatiye destpêkirin de bang li desthilatdariyê kirin û gotin: “Divê bersiva gavên ji bo aştiyê tên avêtin bê dayîn. Divê girtiyên nexweş bên berdan, ji bo demokrasiyê gavên şênber bên avêtin. BI DÎMEN   *Hevseroka Koma Welatî û Komunîst a Parîsê Raphaêlle Prîmet der barê biryara berdana çekan a PKK’ê û berpirsyariya dewletê de axivî û got: “Ev derfetek dîrokiye lê hîna zemîna wê ne diyare. Aştî yek alî ne pêkan e. Divê mafê Kurdan û kêmarên din yên Tirkiyeyê bên nasîn, mafên siyasî bên nasîn, pêvajoyek demokratîk ya rastî û azadiya fikr û ramanê bê nasîn.”   *Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad, ku tevli Kongreya NADA'yê bû, diyar kir ku li hemberî banga Abdullah Ocalan PKK tişta ketiye ser milê wê kiriye û niha dor  a dewleêt ye. Zeynep Murad got, "Em ji bilî lihevhatinê êdî tiştekî din qebûl nakin. Divê em li banga Birêz Abdullah Ocalan xwedî derkevin." DÎMEN HEYE