‘Divê fêrkirina ziman yekemîn erka me be’ 2025-05-15 09:07:31   AMED - Profesora ziman Mahabad Kamîl, der barê xetereyên li ser zimanê Kurdî axivî û got: “Ez carek din ji vir bang li jin û dayikan dikim zimanê xwe biaxivin û bidin fêrkirin. Ev erka me ya ewil e.”   Zextên li ser zimanê Kurdî bi salan e bê navber didomin. Bêguman têkoşîna Kurdan a li dijî vê jî her tim berdewam kiriye. Di 1932’yan de Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawarê derxist û ji ber vê her 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di vê dema ku hîna zext û êrîşên li ser Kurdî didomin, Kurd û saziyên Kurd ji bo parastina ziman gelek rê û rêbazan dişopînin. Mînak di rojên borî de li dijî xetereya tunebûna zaravayê Kirmanckî yê Kurdî, ‘Meclîsa Kirmanckî’ hat îlankirin.   Mamosteya Zazakî Suzan Vejan û Mahabad Kamil a li Halebê Profesora ziman e, der barê polîtîkayên li hember Kurdî axivîn.   ‘Polîtîkayên asîmîlasyonê bi pêvajoyê sînor nîne’   Suzan Vejan Tatli da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê bi pêvajoyê sînor nînin û zemîna wê ji dema avakirina komarê tê. Suzan Vejan wiha got: “Ji dema komarê de ye polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Di zemîna komarê de yekparêzî heye. Her tişt li ser yekparêziyê hatiye avakirin. Yek ziman, yek ol yek netew. Kurdan li dijî hemû polîtîkayan her tim têkoşîn meşandiye. Kurdan serî netewand. Heta ev 50 sal in bi pêşengiya tevgera azadiya Kurd têkoşînek mezin hat dayîn. Hîna jî têkoşînê didomînin. Riya ku neceribandin nema.”    ‘Me meclîsa Kirmanckî ava kir’   Suzan Vejan Tatli di berdewamiyê de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zaravayên din ên Kurdî jî di bin xetereya tunebûnê de ne. Divê em rastiya xwe bibînin. Em çiqas xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em her tim xwedî li ziman derkevin. Çend roj berê me meclîsa Kirmanckî ava kir. Em ê di meclîsê de xebatên kolektîf bikin. Wê atolyeyên me hebin. Wê li şaredariyan xebatên Kirmanckî hîn zêdetir bin. Divê civak xwedî li ziman derkeve.”   ‘Gava dîrokî hat avêtin’   Suzan Vejan Tatli balkişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd û hemû gelan gavek dîrokî hatiye avêtin. Suzan Vejan Tatli wiha berdewam kir: “Divê em hemû hewl bidin ku astengî û qedexeyên li pêş ziman bên rakirin. Bi hiqûq û polîtîkayan divê qedexeyên li ser ziman bên rakirin. Bila Kurdî bibe xwedî statu û riya perwerdehiyê bê vekirin.”   Mahabad Kamil a li Halebê Profesora Ziman e, bi gotinên wek ‘ez bi Kurdî serbilind im’ dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Kurdî ji gelek zimanên cîhanê zêdetir xwedî diyalektîkek dewlemend e. Ev jî zimanê Kurdî zindî dihêle. Ev diyalektîk di esasê de ji ber zaravayên wê jî dibe. Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Goranî û Loranî. Divê em xwedî li van zaravayan derkevin û biparêzin. Di alî parastina ziman de qelsî hene. Bi taybet ev li Bakur pir zêde tê dîtin. Kes Kurdî naxive. Êdî malbat jî naxivin. Ev tiştekî giran e. Nikare bê qebûlkirin.”   Bang kir   Mahabad Kamil wiha dawî lê anî: “Ez bang li hemû kesî bi taybet jî li malbatan dikim. Kurdî fêr bibin û bidin fêrkirin. Ji zimanê xwe şerm nekin. Ziman tiştekî cuda ye. Divê mirov pê serbilind bin û xwedî lê derkevin. Ez carek din bang li hemû dayik û jinan dikim. Yekane erka we fêrkirin û axaftina ziman e.”