Li Mêrdînê mirina bi guman a zarokekê 2025-05-11 15:51:55       MÊRDÎN - Zaroka 2 salî Nazli Îşler ku hat îdiakirin li Midyadê ji banê malê ketiye xwarê, jiyana xwe ji dest da.    Li gorî îdiayan, zaroka 2 salî Nazli Îşler duh di saetên şevê de li gundê Kêferallapê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji banê malê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Malbatê, zarok Nazli bi wesayîta xwe ya taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Lê tevî hewldanan jî zarok Nazliyê jiyana xwe ji dest da.    Piştî karûbarên otopsiyê, cenazeyê zarokê radestî malbata wê hate kirin. Der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.