Ji Dadgeha Bilind biryara doza Pinar Gultekîn 2025-05-06 19:26:18   ÎZMÎR  - Dadgeha Bilind di doza Pinar Gultekînê de îdia kir ku cînayet bi hesta cinawirî nehatiye kirin û îtîraza ji bo betalkirina biryara daxistina cezayê bersûc, red kir.    Jina bi navê Pinar Gultekîn di 16’ê Tîrmeha sala 2020’ê de li Mûglayê ji hêla Cemal Metîn Avci hatibû şewitandin û qetilkirin. Di doza qetilkirina Pinar Gultekînê de cezayê muebbeta girankirî li bersûc Avci hatibû birîn û piştre jî dadgehê bi îdiaya “tehrîka neheq” cezayê Metîn Cemal Avci daxistibû 23 salan. Parêzeran jî ji bo betalkirina biryara daxistina cezayê bersûc, serî li Îstînafê dabû.    Biryara daxistina cezayê bersûc a bi hinceta “tehrîka neheq”, ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê ve hate betalkirin. Li ser vê yekê, parêzerê bersûc serî li Dadgeha Bilind da. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî îdia kir ku faîl Metîn Cemal Avci, cînayet “bi hestên cinawirî nekiriye” û got ku divê ji ber “tehrîka neheq” ceza were daxistin. Dadgeha Bilind, li dijî 2 dengan bi 3 dengan biryara Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê betal kir.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî li dijî biryara Dadgeha Bilind îtîraz kir. Serdozgeriyê diyar kir ku cînayet bi hesta cinawirî hatiye kirin û divê bi îdiaya “tehrîka neheq” cezayê bersûc neyê daxistin. Dadgeha Bilind ku biryar lêkolîn kir, di biryara xwe ya berê de israr kir û îtîraz kir.