23 salên bi têkoşînê derbas bûye: Pelîn Yilmaz 2025-05-04 09:04:34       WAN - Dayika Pelîn Yilmaz, Muhsîne Yilmaz da zanîn ku keça wê her tim xebatên jinan meşandiye û got: “Bila serê Birêz Abdullah Ocalan, serê hemû hevalên Pelînê û gerîla, girtiyên siyasî sax be. Bila serê Kurdistanê sax be. Pelîn ji bo aştiyê xebitî.”   Pelîn Yilmaz (Pelîn Zozan) li Xîzan a Bedlîsê di 1981’ê de li Wanê yek ji 5 zarokên malbatekê hat dinê. Hemû kesên wê nas dike bi wêrekiya wê nas dikin. Pelînê di temenê ciwan de ev wêrekiya xwe nîşan daye û ji wê demê de aktîf di têkoşîna azadiyê de cih girtiye.   Pelîn Yilmaz jî wek hemû kurdan bi dijhiqûqiyan re tê rû hev. Pelîn Yilmaz birayekî xwe winda dike û ew jî bixwe tê girtin. Piştî ji girtîgehê derdikeve tevli PKK’ê dibe.   Dayika Pelîn Yilmaz, Muhsîne Yilmaz ya 63 salî der barê keça xwe de axivî.   ‘Wêrek û jîr bû’   Muhsîne Yilmaz da zanîn ku Pelîn ji zarokatiya xwe de kesek wêrek, xurt û jîr bûye û got: “Hevalên wê ji ber wêrekiya wê gelek jê hez dikirin. Tenê keça min Pelîn bû. Wekê din keça min tunebû. Me pir jê hez dikir. Wêrek, jîr û xurt bû. Pelîn tevî temenê biçûk dijhiqûqî qebûl nedikir. Di dersên xwe de pir jîr bû.”   '23 salan di xebatan de cih girt’   Muhsîne Yilmaz keça xwe wiha vegot: “Rojekê hat mal got tevli xebatan dibim. Me got dibistana xwe biqedîne lê ew bi biryar bû. 23 salan di xebatan de cih girt. 2007’an de hat girtin. 7 salan girtî ma. Di hevdîtinekê de min got tu bê berdan bizewice. Lê pir tund bersiv da. Pelîn tu carê li dijî neheqiyê bêdeng nedima. Her tim xwedî li nasnameya xwe derket. Digot divê tu jî tevli xebatan bibî. Der barê jinan de gelek xebat meşand. Tundiya li ser jinan neheqiya li ser jinan qebûl nedikir.”   ‘Azad û Pelîn dişibiyan hev’   Muhsîne Yilmaz daxuyakirin ku Pelîn Yilmaz çawa ji girtîgehê derdikeve diçe ser gora birayê xwe Azad û wih avegot: “Li ser gora wî sê cara got ez soz didim, wê çeka te li erdê nemîne. Piştî demekê nesekinî tevli PKK’ê bû. 13 sal bû nav PKK’ê de bû. Kurê min azad jî 11 salan nav PKK’ê de ma û şehîd ket. Azad û Pelîn pir dişibiyan hev. Ez ne poşmanim. Min du zarokên xwe winda kir. Em serbilindin. Sê zarokên min mane, ez dikarim an wan jî li dijî zilmê ji bo gelê Kurd ji bo serokatiyê feda bikim. Ew ji şehîdan ji gerîlayan baştir nînin."   ‘Em ne poşman in’   Muhsîne Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piştî evqas zilmê nabêjin poşmanin û wiha vegot: “Min du zarokên xwe di vê rê de winda kir. Ez li mala xwe runanim. Ji vî temenî şûnde ez runanim. Piştî Pelînê nikarim bisekinim. Kurê min Azad digot ger şehîd bibim negirî. Di şîna wî de her kes digiriya. Min soz da wî. Ez negiriyam. Lê şehadeta Pelînê kezeba min pir êşand. Ew yekane keça min bû. Pir cuda bû. Em çi bikin kêm dimîne. Em ê doza zarkên xwe bişopînin. Bila serê birêz Abdullah Ocalan, hevalên wê, girtiyên siyasî û gerîla sax be. Pelîn ji bo aştiyê xebitî. Bila serê hemû Kurdistanê sax be.”