Ji Wanê peyama karkeran 'Ked a me ye gotin a me ye' 2025-05-01 13:43:13   WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Wanê axivî û diyar kir ku bêyî karkeran civaka demokratîk nayê avakirin û got: “Dema wê ye ku em deng û têkoşîna xwe bikin yek û welatekî demokratîk ava bikin.”    1’ê Gulanê li Wanê bi pêşengtiya KESK, DÎSK, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê û ÎJJ a TMMOB’ê ve tê pîrozkirin. Bi hezaran kedkar, di saetên serê sibehê de bi dirûşma “Em ê bi ser kevin” li pêşiya AVM’a Gunpaşê hatin gel hev. Kedkaran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Ked a me ye, gotin a me ye” û “KHK dê biçin em ê bimînin” berz kirin. Kedkaran, ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîng lê were lidarxistin, dest bi meşê kirin.    Li pêşiya korteja sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin jî, endamên DFG û MKG’ê cih girtin. Rojnameger, bi pankarta “Çapemeniya Azad, Civaka Demokratîk” û bi dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Ji Nazim heta Cîhanê çapemeniya azad li vir e” meşiyan.     Di mitînga ku dê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter hat lidarxistin de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK’ê Done Gevher Koyun axivin. Dê hunermend Arhat derket ser dikê.    'Xelkê Wanê dîrok nivîsand'   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li mîtîngê axivî û got, "Bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Ocalan re hêviyeke nû hat vî welatî. Hêviya aştiyê li welêt mezin bû. Di vê pêvajoyê de wê her kes qezenç bike. Çawa ku şer bi her kesî dide windakirin, bi vê bangê re wê her kes qezenç bike. Divê mirov heta dawiyê xwedî li vê bangê derkevin û piştgiriya wê bikin. Mafê hêviyê divê bi cih bê anîn, girtiyên nexweş bêne berdan, mirovên ji kar hatine dûrxistin li karê xwe vegerin û dawî li kiryara qeyûm bê anîn. Par vê demê xelkê Wanê dîrok nivîsand û temamiya 14 şaredariyan qezenç kir, bi vî rengî bersiva pêwîst da desthilatdariyê. Wan îradeya gel nas nekirin, lewma ji holê hatin rakirin. Li dijî talankirina kedê, desteserkirina îradeyê û qeyûman em ê têkoşîna xwe dewam bikin."   'Ji bo aştiyê divê qanûn bên derxistin'   Endama Desteya Rêveber a Meclîsê ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyûn jî got, "Îro gel li hemberî xizaniyê têdikoşin. Mafên me yek bi yek têne desteserkirin. Rojhilata Navîn careke din dikin qada parvekirinê. Îradeya gelê me desteser dikin. Mafê me yê hilbijartinê desteser dikin. Hewl didin hemû qadên me yên jiyanê kontrol bikin. Ev rewş êdî bi vî rengî nameşe. Îro li her qadên cîhanê 'êdî bes e' tê gotin. Yên ku keda me desteser dikin û êrîşî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan dikin bila baş zanibin ku em ê li ber xwe bidin. Ji van qadan wê dengê aştiyê bilind bibe, ne yê şer. Em ê li hemberî vê sîstema ji hev ketî têkoşînê dewam bikin. Dem dema parçekirina tarîtiyê ye. Em ê ji bo ked, aştî û demokrasiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo aştî û demokrasiyê divê qanûn bêne derxistin û dawî li vî şerî bê anîn."   'Em ê bi hev re têbikoşin'   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitîngê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku yek ji welatên herî zêde kedxwarî lê tê kirin jî Tirkiye ye û wiha got: “Mirov li vir birçîtiyeke mezin dijîn. Li welatekê sînorê birçîtiyê 24 hezar lîre û sînorê xizaniyê 78 hezar lîre, welatî mehkûmî 22 hezar lîreyan hatine kirin. Ji ber ku aboriya vî welatî ji bo şer û ewlehiyê tê xerckirin. Sedema ewqas krîzan, polîtîkayên şer in. Polîtîkayên şer û ewlehiyê bandorê li tevahiya jiyana me dikin. Welatiyên hilberînê dikin nikarin li vî welatî berhemên xwe bifiroşin. Aboriya vî welatî bi pîşesaziya parastinê xwe li ser pêyan digire. Bi vê pîşesaziyê re tenê zikê çendek kesên li cem AKP’ê têr dibe. Dîroka mirovahiyê, dîroka kedê ye. Divê ev keda ku berhema jin û ciwanan e, li her derê xwedî gotin be. Me tişta pergala kapîtalîst hêjayî gelên bindest dibîne tu caran qebûl nakin. Bi hezaran kesan ji bo vê bedena xwe feda kirin. Jiyaneke mirovane û pêkvejiyana gelan pêkan e. Her roj li Tirkiye û Kurdistanê 4 karker jiyana xwe ji dest didin. Ji bo pêşîgirtina vê, divê em bi hev re têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”    'Em ê çawa aştiyê pêk bînin?'   Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Banga birêz Ocalan ji bo gelan, kedkaran, jinan û ciwanan e. Em baş dizanin ku dikare vî şerî bide sekinandin û bi dawî bike. Demek berê dema em dihatin ber kortejê, destûr nehat dayin ciwan pankarta ku wêneyê birêz Ocalan li ser bû hilgirin. Gelo heke hûn tehemîla wêneyê birêz Ocalan nekin, hûn ê çawa biaxivin û em ê çawa aştiyê bikin? Her çend hûn destûrê nedin pankart têkeve qadê jî têkoşîna birêz Ocalan her tim di dilê gel de ye û dê her hebe. Têkoşîna hevpar a ji bo pêkvejiyanê ya gelê Kurd, dema bi têkoşîna kedkaran re bû yek, tu kes dê nekare xwe li pêşiya wê bigire. Em destûrê nedin kesên hewl didin mafên me yên jiyan û pêşerojê ji dest me bigirin. Rizgariya karker û kedkaran, girêdayî rizgariya gelê Kurd e. Heta karker û kedkar nebin, civakeke demokratîk jî nabe. Niha dema wê ye ku em deng û têkoşîna xwe bikin yek û welatekî demokratîk ava bikin. Ez, 1’ê Gulanê li birêz Ocalan û hevalên wî ku mezintirîn keda ji bo aştiyê wan da ye, pîroz dikim.”    Piştî axaftinê, hunermend Arhat derket ser dikê û mitîng bi dawî bû.