Çapemeniya Azad: Nazim û Cîhan rûmeta me ne 2025-05-01 11:25:16   AMED - Di korteja 1’ê Gulanê ya bi pêşengiya MKG û DFG’ê de rojnameger bi dirûşmên “Nazîm, Cîhan rûmeta me ne” ketin Qada Îstasyonê.   Meşa 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya ku li Amedê bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Amedê hat lidarxistin, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û DÎSK Basîn Îş jî  tevli bû. Rêxistinên rojnamegeran bi korteja ku ji bo 1'ê Gulanê ava kiribûn bi dirûşma "Çapemeniya Azad, civaka demokratîk" ber bi Qada Îstasyonê ve meşiyan. Çapemeniya Azad di meşê de pankarta "Çapemeniya Azad, Civaka Demokratîk" hilgir, gelek caran dirûşmên "Bijî çapemenîya azad", "Jin, jiyan, azadî", "Cihan, Nazim rumeta me ne", "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" berz kirin.   Piştre derbasî qadê bûn.