Ji jinên esnaf bang 2025-05-01 09:03:22        RIHA - Li navçeya Hewag a Rihayê, jinên esnaf hem debara xew dikin hem jî ji bo jinên din derfeta kar diafirînin. Jinên esnaf gotin:” Jin bixwazin dikarin bi ser kevin. Bêyî hewcedarê kesî bin dikarin li ser piyan bisekinin.”   Rola dukanên jinan a di veguhertina qada cemawerî de qet nayê lêkolînkirin. Dukanên jinan, yek ji cihên ku herî zêde di têkiliya taybet\cemawerî de tê dîtinê ye. Em dizanin ku di avakirina qada cemawerî û zayedî de tecrubeyên jinên esnaf çiqas bi bandor e.   Li gorî daneyên 2025’an yên li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê 23.615 ye û ya xizaniyê jî 76.922 e. Mûçeyê Asgarî jî 22.005 TL ye. Li gorî van daneyan sînorê birçîbûn û xizaniyê di ser mûçeyê asgarî de ye. Her wiha krîza aborî jî her diçe giran dibe.   Di roja îro de ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibe mirov nikarin kar bibînin. Tevî van şert û mercan li Kurdistanê jin li berxwe didin. Li Hewag a Rihayê jina bi navê Meral Omuk û Fîlîz Bîlgîn ji van jinên berxwedêr in. Bi karê dikin hem debara xwe dikin hem jî pêşiya qada kar ji bo jinan vedikin.   ‘Tişta bê xwestin û neyê kirin tuneye!’   Fîlîz Bîlgîç da zanîn ku 7 sal in ji xwe re dukana tuhafiye û cil û bergan vekiriye û got: “Krîza aboarî bandorek mezin li me dike. 7 sal in vî karî dikim. Dema min nû dukana xwe vekir hinek zehmetî hatin kişandin. Lê di nava demê de ez hînî karê xwe bûm. Dema jin dihatin dukanê, li hember xwe jin didîtin, xwe rehet hîs dikirin. Li hemberî xwe ne patron wek hevalekê didîtin. Krîz niha bandorek mezin li me dike. Amûr biha dibin. Ji ber vê hêza girtinê jî dikeve.  Lê tevî her tiştî ez dibêjim ku tiştekî ku jin bixwazin û nekin tuneye! Tenê bila bixwazin.”   ‘Min tenê dest pê kir û didomînim’   Jina bi navê Meral Omuk jî got wê mala modeyê vekiriye û wê tenê dest bi karê xwe kiriye û wisa berdewam kiriye. Meral Omuk ev tişt anî ziman: “4 sezon in ez karê xwe dimeşînim. Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin. Min di sektora bûkaniyê de dest pê kir. Beriya destpê bikim ji tekstîlê mezûn bibûm. Ez di mijarê de xwedî agahî bûm. Min dest pê kir û berdewam kir. Ez dixwazim vê bêjim; bila hemû jin bixebitin û li ser piyên xwe bisekinin. Muşteriyên tên dema min dibînin kêfxweş dibin. Heta ji destê min tê ez ji jinan re dibim alîkar. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Bila jin bikevin tevgerê û bixwe bawer bin. Ji ber em jin xurt in.”