Tulay Hatîmogûllari: Berpirsiyarî ya îktidarê ye 2025-04-29 16:06:14     ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûlari anî ziman ku dora berpirsyariyê êdî ya dewletê ye û got, "Em li bendê ne ku li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji bo çareseriya demokratîk divê îradeya siyasî bê nîşandan."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî.   Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya endame Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û got, "Me hêviya xwe ji dest neda, em ê ji dest nedin."   Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' re ku 27'ê Sibatê eşkere kir demeke nû da destpêkirin û got, "Ev bang banga ji bo mezinkirina nan, aştî û demokrasiyê ye. Aştî ji bo kedkaran bi qasî nan girîng e. Di demên aştiyê de têkoşîna ji bo nan hîn bi bandor û encamgir e. Civaka demokratîk misogeriya jiyana bindest û karkeran e."   Tulay Hatîmogûllari bang li kedkar û gelan kir ku 1'ê Gulanê dakevin qadan.   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari konferansa neteweyî ya Kurd a li Rojava ku di 27'ê Nîsanê de li hev kom bû silav kir û got, "Biryarên di konferansê de hatin wergirtin di serî de gelêw Kurd ji bo gelên Sûriye û Rojhilata Navîn em hêvîdar in wê aştiyê bînin."   Tulay Hatîmogûllari got, "Werin em aştiyê bi hiqûqê ava bikin, bi demokrasiyê bi heybet bikin û diyarî paşeroja vî welatî bikin. Hefteya derbasbûyî heyeta me bi Wezîrê Edaletê re hevdîtineke girîng kir. Bawer bikin piştî vê hevdîtinê her hevalên me yên wekîl, serokwekîlên kmoa me, hevserokên me, her roj bi dehan telefon wergirtin. Dipirsin 'Wê çi bibe? Gelo di paketa dadgeriyê de wê çi bibe? Gelo wê zarokên me bikevin ber?' Em gelekî li pirsên bi vî rengî rast tên. Bendewariya civakê gelekî mezin e.   Heyeta me di vê hevdîtinê de ji bo avakirina zemîna aştî û çareseriyê pêşniyarên partiya me, bendewariyên gelê me bi şênberî ragihand. Di serî de azadiya kar û ragihandinê ya Birêz Abdullah Ocalan têkildarî gavên divê bêne avêtin êdî berpirsyarî ya desthilatdariyê ye. Em li bendê ne ku li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji bo çareseriya demokratîk divê îradeyeke siyasî bê nîşandan."