Li Bismilê hevdîtina Keda Jinê eleqeyek mezin dît 2025-04-27 18:02:56   AMED-Ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê ve 3’emîn Hevdîtina Keda Jinê pêk hat. Jinan eleqeyek mezin nîşanê hevdîtinê dan.    Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê 3’emîn ‘Hevdîtina Keda Jinê’ li Kolana Ayşe Şan vekir. Bername bi armanca ku ked û berhemên jinan bên dîtin pêk tên û gelek jin berhemên xwe di vê hevdîtinê de difroşin.    Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê diyar kir ku armanca wan eve ku xwe bigihînin hemû jinên navçeyê û xurtkirina aboriya jinan e.   Hevdîtin wê heta saetên êvarê bidome.