ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-26 09:00:00     *Endama meclîsa Kedê ya HDK’ê Sera Yagmur Sonat, da zanîn di 1’ê Gulanê de girîng e ku jin daxwazên xwe li qadan bînin ziman û got hem ji bo jinan hem ji bo civakê daxwaza wan a aştiyê heye. DÎMEN HEYE   *Li Afrîkayê jin hem di hilberîn hem jî di aboriyê de rolek girîng dilîzin. Lê beşek mezin a vê kedê hîna nayê dîtin. Li Ugandayê jî jinên cotkar hewl didin vê newekheviyê bi têkoşîna rêxistinkirî biguherin. 1’ê Gulanê roja wan e jî. DOSYA    *Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Cansu Başer da zanîn ku di navbera zarokan de newekheviya derfetê heye û got: “Li vî welatî duyemîn zimanê mezin kurdî ye. Ev ne diyariyeke ev ne tiştekî ku hatiye dayînê ye, ev mafê me yê herî sereke ye.” DÎMEN HEYE   *Lee Rhîannon da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştiya mayînde a li Rojhilata Navîn mifteya çareseriyê ye û got: “Ya krîtîk derxistina Birêz Ocalan a ji girtîgehê ye. Konfederaysona demokratîk wê ji bo hemû herêmê bibe hêvî. DÎMEN HEYE