'Di rojên bê de em ê pêşketinên nû bibînin' 2025-04-24 12:18:23   ENQERE - Piştî  hevdîtina navbera Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da û got, "Di rojên bêde em ê pêşketinên nû bibînin."    Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, li avahiya wezaretê hevdîtin kirin. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di hevdîtinê de cih girtin.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û got ku têkildarî mijarên ku wezaret bikare ji pêvajoyê re sûdewer bibe hevdîtin kirine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Serenavê ewil ê nîqaşa me, mercên xebatê û tenduristiyê yên birêz Abdullah Ocalan bûn ku li Îmraliyê tê ragirtin û bi banga 27’ê Sibatê re deriyeke nû li pêşiya Tirkiyeyê vekir û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd qonaxene nû da destpêkirin. Di vê mijarê de me ji birêz wezîr re got ku birêz Ocalan dê nekare di van şert û mercan de ji bo pêvajoyê sûdewer be, ji bo pêşketina pêvajoyê dmercên birêz Ocalan mijare sereke ye û divê ev mijar bêyî hincetek were nîşandan bê çaereserkirin. Di vê mijarê de dê şensê me çêbibe ku di demên pêş de em hinek geşedanan bibînin.”     Rewşa girtiyên nexweş hat niqaşkirin    Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Li Tirkiyeyê di mijara pergala edaletê de gelek pirsgirêk hene û me derfet dît ku van bi berfirehî binirxînin. Di halê hazir de yek ji serenavên herî girîng jî mijara girtiyên nexweş e. Em dizanin ku tu aliyekê vê mijarê ya însanî û hiqûqî nîne. Me got ku divê ji bo girtiyên nexweş demildest sererastkirin bên kirin, di mijara raporên ATK’ê de bi lez û bez sererastkirin çêbibin da ku girtiyên nexweş bên berdan. Me daxwazên xwe yên di vê mijarê de parve kirin.”    Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku wan sererastkirina qanûnî ya di dema pandemiyê de ji bo mercên berdana bişert hatiye derxistin lê “sûcên rêxistinkirî” li derve hatiye hiştin jî nîqaş kirine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha pê de çû: “Me li wir got ku divê meseleya sûcên rêxistinkirî li derveyî qanûnê dihêle were çareserkirin û qanûneke wekhev be. Wekî hûn jî dizanin AYM’ê sûcê ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ îade kiribû. Lê tevî biryara AYM’ê jî mixabin Meclisê bi heman awayî hate amadekirin û qebûlkirin. Hinek agahî hatin ber destê me ku dîsa dixin paketa nû. Divê ev mijar bêyî hincet ji holê were rakirin. Me jê xwest ku sererastkirineke li gorî biryara AYM’ê were amadekirin.    Lijneyên ku ku berdana girtiyan asteng dikin   Yek ji mijara din a hevdîtinê jî Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bûn ku tehliyeya girtiyan asteng dikin. Me xwest ev lijne jinûve bên nirxandin û demokratîkkirin. Li gel vê; me got ku divê ev lijneye biryarên xwe li gorî krîterên objektîf bidin. Ev mekanîzma, weke mekanîzmaya cezakirinê ya duyemîn tên bikaranîn û me xwest bên demokratîkkirin û wisa di paketê de cih bigire.    Mijara cezayên disiplînê yên li girtiyên nexweş tên birîn jî di rojevê de bû. Divê ev cezayên disiplînê jinûve bên sererastkirin. Çalakiyên girtî ji bo başkirina mercên xwe dike divê weke sûcê disiplînê neyên qebûlkirin û me ev mijar parve kir.”    Doza Kobanê   Gulistan Kiliç Koçyîgît piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand û ji bo pirsa “Ji bo daxwaza xwe ya têkildarî tecrîda ser birêz Ocalan û qanûna înfazkirina cezayê, wezîr çi bersiv da?” wiha got: “Me firsend dît ku van mijaran tevan biaxivin. Birêz wezîr jî ev mijar tevek bi baldarî nivîsandin. Jixwe têkildarî hinek sererastkirinên qanûnî nirxandinên me yên hevpar hene. Her kes dizane ku gelek sererastkirinên qanûnî yên ne adilane, neheq û newekhev hene. Weke mînak; dema qanûn derketî, tenê ji bo girtiyên edlî bû. Xetere li ser hemû kesan hebû lê sûcên rêxistinkirî li derveyî vê hatin hiştin. Me jî ji wan re got ku ev yek adilane nîne. Wan jî gotin ku dê di vê mijarê de bixebitin. Her mijara me behs kirî wan bi baldarî nivîsand û gotin ku dê li ser bixebitin û di vê mijarê de di demên pêş de bişêwirin. Em têkildarî Doza Kobanê û çendek mijarên din jî axivîn.”