Li Stenbolê erdhej: Hişyariya kes nekeve malan hat kirin 2025-04-23 15:01:23   STENBOL - Li  Stenbolê di saet 12.49'an da bi mezinahiya 6,2 erd hejiya. Bi milyonan kes derketin derve û hişyariya nekevin malan hat kirin.    Li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat ragihandin ku di saet 12.49an de li navçeya Silîvriyê ya Stenbolê bi mezinahiya 6,2 erd hejiya.   Erdheja ku ji bilî Stenbolê li bajarên der û dorê jî hat hezkirin, 6,92 kîlomêtro di binê erdê de çêbûye. Navenda erdhejê Behra Marmarayê li nêzî Silîvriyê pêk hatiye.   Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir ku hemû ekîbên AFAD'ê û saziyên wan yên eleqedar der barê erdheja ku li bajarên derdorê jî hat hezirkirin de li qadê lêkolînê dikin.   AFADê ev peyam belav kir: “Piştî erdhejê nekevin avahiyên xesar dîtine. Ji avahiyên talûkeya wan heye dûr bisekinin. Ji ser SMS û înternetê bi hev re pêwendî deynin.”   Walîtiya Stenbolê jî daxuyanî da û ragihand ku wan heta niha tu îxbarek hilweşandina avahiyekê nebihîstiye û agahiyek wiha nehatiye ber destê wan.   Erdhejek di saet 12.51'an de bi mezinahiya 4,4an pêkhat. Piştre jî saet 13.02'an jî li nêzî navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê jî bi hêza 4,9 erd hejiya.   Piştî pêkhatina erdhejê bi milyonan mirovên li Stenbolê dijîn derketin derve û çûn cihê vala û parkan. Rewşa metirsîdar a li Stenbolê didome. Xelk ji ber ewlehiya canê xwe nakeve avahiyan. Bang jî tên kirin ku kes nekve dikanan, kargehan û malên xwe.