Dîlek Başalan: Em li atolyeyan heqîqetê bi jinan re tînin gel hev 2025-04-23 09:02:35     Elfazî Toral   STENBOL - Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan derbarê xebatên komeleyê de axivî û got: “Em li taxan atolyeyan pêk tînin û ji bo heqîqetê bi jinan re bînin gel hev têdikoşin. Ji ber em bi piştevaniyê dikarin hev baş bikin.”   Komeleya Dema Jinên ji roja ava bûye ji bo jinan atolyeyan pêk tîn eû piştevaniya bi jinan re mezin dike. Di atolyeyan de mijarên ji bo zimanê dayikê, tenduristî, alîkariya ewil, parastina cewherî cih digirin û bi taybet der barê jinên kurd ku li bajarên Tirkiyeyê bi binpêkirinan re tên rû hev de bername pêk tên. Komele xebatên xwe yên ji bo dema nû bê navber didomîne.   Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan der barê pêvajoya nû de axivî. Dîlek Başalan got komele ketiye sala 5’an û ji roja ava bûye bi jinan re têkoşînek xurt dimeşînin. Dîlek Başalan wiha dirêjî dayê: “ Me komele di 2020’an de ava kir. 5 sale em xebatê li Stenbolê dimeşînin. Ji bo em bibin mekanîzmayeke ku jinên Kurd dikarin bi zimanê dayikê xwe bigihîninê gelek girîng bû. Ev nokteya me ya derketinê bû. Di 2024’an de navenda şêwirmendiyê xebata aktîf meşand. Psîkologên me jinên serlêdanê dikin dişppînin û piştgiriyê didinê. Jin nikarin xwe bigihînin merciyên fermî. Ji ber vê jin serî li komeleya me didin. Me bi pisporên dildar xebat meşandin.”   ‘Xebatên taxê’   Dîlek Başalan got wek komele her sal ji bo jin û zarokan bernameyan pêk tînin û encama vê de xwe digihînin gelek jinan. Dîlek Başalan wiha anî ziman: “Cejna Zimanê Kurdî ji bo me gelek girîng e. Ji ber em li bajarekî ku Kurd lê dijîne dijîn. Jin bi tundiya fîzîkî, psîkolojîk û çandî re tên rû hev. Ji ber vê me her sal bi rêk û pêk cejna zimanê kurdî pêk anî. Di 2025’an de jî wê ev bernameyên me bidomin. Yek ji esasa din ya komeleyê xebatên taxane. Em bi jinan re li taxan tên gel hev. Em li gorî hewcedariyan nîqaşan dimeşînin û xebatan dikin.”   Atolyeyên tenduristiyê   Dîlek Başalan destnîşan kir ku jin nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên tenduristiyê û got li taxan ji bo jinan gelek atoleyeyên di serî de ya tenduristiyê û yên din pêk tînin. Dîlek Başalan der barê pêvajoya pêş de jî wiha vegot: “Em ê pêvajoya pêş de xebatên xwe hîn mezintir bikin. Îdiaya me çiqas mezin be wê hedefa me jî evqas mezin be. Em bi piştevaniyê hev baş dikin.Em li her taxê torên xwe ava bikin. Em ji bo heqîqetê bi jinan re bînin gel hev têdikoşin. Ji ber em bi piştevaniyê dikairn hev baş bikin.”