Gef li rojnameger Dîlan Kartal hat xwarin û hat șopandin 2025-04-21 15:19:24     AMED –Rojnameger Dîlan Kartal a ji aliyê polîsan ve hat tehdîdkirin û piştre bi awayekî fizîkî hat şopandin got, "Dixwazin rê li ber derketina rastiyê bigirin. Hewl didin rojnamegeriyê sûcdar bikin. Rojnamegerî ne sûc e."   Rojnameger Dîlan Kartal a ku di Newroza Amedê ya 21'ê Adarê de ji aliyê polîsan ve rastî gefa binçavkirinê hat û piştre rastî çavdêriya fîzîkî û astengkirinê hat, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Piştî serlêdanê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û ÎHD'ê li avahiya komeleyê daxuyanî dan.   Polîs zextê dikin   Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, diyar polîs zextê li sendîkavan, xwendekar, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan z dikin û karê wan krîmînalîze dike. Li gorî rapora ÎHD'ê ya Mijdara 2024'an, herî kêm 87 kes rastî zextên bi vî rengî hatine. Ercan Yilmaz, diyar kir ku her sal ev hejmar û cihêrengiya profîl zêde dibe, Dîlan Kartal jî rastî rewşeke bi vî rengî hatiye û ji ber vê yekê wan 2 caran serî li dozgeriyê daye. Ercan Yilmaz anî ziman ku ev pêkanîn azadiya kesayet û nepenîtiyê binpê dike û diyar kir ku wan bang li Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Amedê kir ku der barê berpirsyaran de lêpirsînê bidin destpêkirin.   ‘Hewl didin rojnamegeriyê sûcdar bikin’     Dûvre Dîlan Kartal axivî û diyar kir ku li gel zextan jî ew ê ji karê xwe venegerin û got, "Hewl didin, rê li ber ronîkirina heqîqetê bigirin. Hewl didin rojnamegeriyê sûcdar bikin. Rojnamegerî ne sûc e."   ‘Divê qanûn ji bo hemû rojnamegeran pêk were’      Seroka MKG'ê Roza Metîna jî diyar kir ku bi salane rojnamegerên jin rastî zextên bi vî rengî tên û got, "Sibe roja rojnamegerên Kurd e, lê zextên bi vî rengî dewam dikin. Divê qanûn ji bo mafên hemû rojnamegeran pêk were. Weke rojnamegerên Kurd em ê li hemberî vê yekê bisekinin û hevalên xwe biparêzin. Nikarin gavê bi me pașde bidin avêtin. Sedema van êrîşan ew e ku civak rastiya xwe nebihîze û medyaya hawiz manîpulasyonê bike. Weke MKG em ê li hemberî êrîşên li ser jinên rojnameger bêdeng nemînin."