Li Efrînê talana xwezayê 2025-04-13 12:49:32       NAVENDA NÛÇEYAN - Niştecihan û çeteyên dewleta Tirk darên daristanan û zêdetirî 50 darên zeytûnan li gundewarên bajarê Şera yê Efrînê birîn.   Li Efrînê darên daristanan û zêdeyî 50 darên zeytûnan hatin birîn   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriyeyê ragihand ku niştecihan û çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 50 darên zeytûnan li zeviya ku dikeve navbera gundên Qurtequlaq û Qestal Kişkê yên bajarê Şera, birîn.    Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, darên hatine birîn ên şêniyê bi navê Fewzî Şêx Nasan ê ji gundê Qestal Kişkê ne.   Di hefteya derbasbûyî de, niştecihan darên daristanê yên di navbera gundên Qestal Cindo û Qitmê de birîn û birin bajarê Ezazê yê dagirkirî.