'Em deyndarê dayika Uveyş in' 2025-04-11 15:41:43   Mîdye Miqted   HELEB - Kongra Star li bajarê Helebê ji bo salvegera wefata  Uveyş Ocalan ku dayika Rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan civînek orgenîz kirin,j inên ku di civînê de amdebûn wiha gotin "Dayikên ku niha bi destê xwe zarokên xwe rêdikin qada cenga di oxira pêkanîna azadiyê de hêza xwe ji dayika Uveyş digrin."   Îro 32 di ser wefata Uveyş Ocalan ya dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan re derbas dibe ,di vê salvegerê de kongreya Star ya bajarê Helebê civînek li darxist ,civîn li jêrzemîna 8'ê Adarê  bi beşdarbûba hemû meclis û saziyên hevbeş ên taxê  hat li darxistin,jinên ku  beşardarî civînê bûn derbarê Uveyş Ocalan de nirxandin kirin û ew bi bîr anîn.    Em deyndarê dayika Uveyş in   Piştî deqeyek rêzgirtinê ji aliyê Endama Kongreya Star ya bajarê Helebê Suad Hesen ve axaftin hat kirin di destpêkê de rehme û dilovanî ji giyanê dayika Uveyş re xwest û wiha pêde çû:"Dema ku em sal bi sal dayika Uveyş bi bîr tînin ev tê wateya ku em weke jin û gelê Kurd bi tevahî deyndarê dayika Uveyş in,dayika Uveyş ji malbetek xizan bû lê xwedî hêz bû û ev yek dewlemndiya herî mezin  di malbetê de bû,dayika Uveyş hêza xwe ji dayikên xwedewend girtibû ew dayikên ku bûn pêşengên civakan. Dayika rêbertî di jiyana xwe de taybetmendiyên weke îsrar û sebir vedihewand.  Dayika rêbertî li hember sîsteman karîbû kesayeta xwe ya xurt bi xurtî bida nîşandan."     'Min hêza xwe ji dayika xwe girt'   Di dirêjahiya axaftina xwe de Suad da nîşan ku xurtbûna dayika Uveyş bandor li malbetê kir û di serî de li rêbertî kiriye û wiha axaftina xwe dirêjî dayê:"Xutbûn û bi hêzbûna dayika Uveyş, bandor li malbeta wê kir û herî zêde bandor li  rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan kiriye ,lewma dema rêbertî dibêje 'Min hêza xwe ji dayika xwe girt'. Ev hevok jî nîşan dide ku dayikek bi hêz karîbû xortek bi hêztir mezin bike ,her wiha rêbertiya me taybetmendiya dayika xwe girt di warê hêz,sebir û cesaretê de her wiha heger rêbertî heya roja îro 26 sal di Îmraliyê de têdikoş e ev taybetmendiya rêbertî ku ji dayika xwe girtiye. Dayika rêbertî gelek bi sebir li benda dîtina rêbertî bû lê dijminan pêşî li dîtinê girtin."   'Dayikên xwedî hêz zarokên bi hêz mezin dikin'   Di dirêjahiya axaftina xwe de Suad li ser tekoşîna rêbertî axaftin dewam kir û wiha got:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan karîbû bi tekoşîna xwe civakek xwedî îrade bida afirandin di heman demê de bi milyonan mirov bi saya vîn û tekoşîna rêbertî karîbûn bibin berxwedêrvan. "   'Peyama rêbertî ji bo gel bû çavkaniya hêzê'   Di dawiya axaftina xwe de Suad got heger rêbertiya me nebûye em jî nedibûn:"Heger rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan derneketa fikira azadî û aştiyê pêşkêş nekiriba me îro nikarîbû tekoşîn bikira û şoreşek bi pêşengtiya jinÊ biafiranda,her wiha dema ku îro dayikên me bi destê xwe zarokên xwe rêdikin qada cenga di oxira pêkanîna azadiyê de wê demê ew hêz ji dayika Uveyş digrin. Îro bi hezaran gel li pey fikir û ramanên rêbertî têdikoşin her wiha  peyama rêbertî ji bo gel bû çavkaniya hêzê.   Eger aştiyek li cîhanê bê afirandin wê bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan be."