ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-06 09:00:00     * Hevberdevka komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku li Îmraliyê pergalek du alî pêk tê û got: “Divê sereraskirinên qanûnî yên der barê mafê hêviyê de bên kirin. Banga sedalê banga demokratîkbûna welate.” BI DÎMEN    *Endama lijneya rêveberiya Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr der barê perspektîfa ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê de axivî û got: “Em jin êdî kirde ne gotina xwe dibêjin. Em xwedî hêza guhertin û veguhertinê ne. Jin ji bo civakek wekhev û azad ji zû de ketine tevgerê.”DÎMEN HEYE   *Li gorî çeteleya  tundiyê ya meha Adarê 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest daye. ÇETELEYA TUNDIYÊ