Çalakiya li bendava Tişrînê di roja 87’an de didome 2025-04-03 14:42:35        NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobedariyê ya li bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja 87’an de didome.   Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk  û çeteyên wê û ji bo  parastina bendavê, çalakiya xwe ya li bendava Tişrînê ku ji 8’ê Çileyê ve dest pê kir, didomînin.   Roja sêşemê şêniyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê gihîştin bendava Tişrînê û tevlî berxwedana ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bûn.