Boykota xwendekaran didome 2025-03-28 18:42:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolu bi daxwaza ‘bila binçavkirinên dijhiqûqî bên berdan’ boykot dan destpêkirin. Li Hatayê jî xwendekarên lîseyê ders boykot kirin.   Protestoyên piştî girtina şaredarê bajarê Mezin yê Stenbolê û gelek kesên din hatin destpêkirin iddomin. Li gelek bajaran xwendekaran ders boykot kirin. Li Hatayê jî xwendekaran ders boykot kirin û peyama ‘Em ê berxwedana xwe mezin bikin’ dan.    Eskîşehîr   Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolu bi daxwaza ‘bila binçavkirinên dijhiqûqî bên berdan’ boykot dan destpêkirin. Xwendekaran li ber fakulteya hiqûqê daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman.   Hatay    Li Samandagi a Hatayê jî komek xwendekarên lîseyê girtina şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi boykotkirina dibistanê protesto kirin û gotin wê berxwedana xwe mezin bikin.