Li Ebexê mirina bi guman a jinekê 2025-03-24 22:34:15   WAN - Li navçeya Ebex a Wanê,jina bi navê Siyaset Alpgun li xaniyekî vala bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Ebex a Wanê li gundê Salîhane jina bi navê Siyaset Alpgun li xaniyekî vala mirî hat dîtin. Kesên cenae dîtin agahî dan ekîbên cenderme û tenduristiyê. Piştî lêkolînan cenaze rakirin morgê.   Der barê mirina biguman de lêpirsîn hat destpêkirin.