Gundê Sakiroyê bombebaran kirin 2025-03-24 14:37:54       NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundê Sakiroyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran bombebaran kir.    Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundê Sakiro yê li rojhilatê Eyn Îsa ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran bombebaran kir.