DFG û MKG'ê banga serbestberdana rojnamevan kirin 2025-03-24 13:12:47       AMED -Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevan ên li Stenbol û Îzmîrê dan û banga demildest berdana wan kirin.   Li Stenbol û Îzmîrê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de hejmareke zêde ya rojnamevanan hatin binçavkirin.   Di serdegirtinan de rojnamevan Zeynep Kûray, Bulent Kiliç,Gokhan Kam, Hayrî Tunç û nûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul û nûçegihanê NOW’ê Alî Onûr Tosûn, nivîskarê BîrGun Bariş Înce, nûçegihana Sendîka.org Zîşan Gur û nûçegihanê wênevaniyê Kurtuluş Arî hatin binçavkirin.   DFG û MKG'ê xwestin rojnamevanên binçavkirî demildest bên berdan.    DFG’ê, êrîşên li Stenbolê yên li dijî rojnamevanan û pêkanînên sansurê yên RTÛK û BTK’ê nirxand û diyar kir ku ew binçavkirina rojnamevanan qebûl nakin.    Li aliyê din MKG'ê zextên li ser çapemeniyê şermezar kir û destnîşan kir ku rojnamevan erka xwe ya agahdarkirina raya giştî didomînin û li dijî bêhiqûqa heyî banga hevgirtinê li raya giştî kir.