Ji Serhadê heta Rihayê coşa 'Newroza Azadiyê' didome 2025-03-19 11:19:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo Cejna Newrozê ji saetên sibehê ve bi deh hezaran kes herikîn qadan.   Li Wan, Bedlîs-Tetwan, Mûş, Çewlîg, Şirnex, Nisêbîn û Stêwra Mêrdînê li Wêranşar, Pirsûs û Hewaga Rihayê ji saetên sibehê ve bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadan. Di Newroza îsal ya ku dirûşma wê "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" ye, welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî diherikin qadan. Bi dirûşm, tilîlî û govendê agirê Newrozê pêdixên.