'Em ê bi serbilindî vegerin warê xwe Efrînê' 2025-03-19 09:06:03        Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê diyar kirin ku ew hêviya xwe ya ji bo vegera warê xwe Efrînê tu carî bi dawî nakin û wiha gotin:"Efrîn ne warê çeteyan e warê me ye. Em ê bi serbilindî vegerin warê xwe."   Di 20'ê Çileya 2018'an de Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êriş bir ser Efrînê. Di vê heyamê de zêdetir ji 350 hezar hemwelatî neçarî koçberiyê bûne, 663 hemwelatî hatin îşkencekirin û kuştin. Zêdetirî 8 hezar hemwelatî jî hatine revandin. Her wiha ji bo guhertina demografiya herêmê zêdetirî 500 hezar tirkmen û erebên filistînî li herêmê hatin bicihkirin. Her wiha êrişa li dijî xwezaya Efrînê bi birîna darên zeytûnan dewam kir. Niha hîn jî li Efrînê binpêkirina mafên mirovan û sepanên sûcê mirovahiyê dewam dikin.    Jinên li Helebê yên tevli çalakiyên ji bo salvegera Efrînê bûn dan zanîn ew ê rojekê vegerin Efrînê û gotin:"Em warê xwe dixwazin. Warê me ne wargeha  Erdogan e. Efrîn warê dapîr û bapîrên me ne. Em ê bi israra xwe vegerin li ser axa xwe ji ber ku eger warê me tune bibe em jî tune dibin. 58 rojan me li ber xwe da em ê heta vegerê jî li berxwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin."    'Em ê bi serbilindî vegerin warê xwe Efrînê'   Fîdan Mihemed da zanîn ew ê rojekê vegerin Efrînê û wiha pê de çû:"Keça min Ronahî di oxira rizgariya bajarê Efrînê de bû pakrewan û ket riya nemiran. Ew war bi xwîna zarokên me hatiye avdan. Helbet em ê vegerin ser axa xwe. Darên me dibirin û zeytûnên me dişewitînin lê belê em weke dayikên pakrewanan em ê vegerin û ji nû de darên xwe biçînin. Efrîn ne warê çeteyan e warê me ye. Em ê bi serbilindî vegerin warê xwe."   'Giyanê me li Efrînê ye'   Di heman demê de Zeyneb Xelîl jî axaftina xwe bi ajansa me re parve kir û wiha got:"Em derbasî 8 salan dibin ku em ji warê xwe bi darê zorê koçber bûne. Erê em îro koçber in lê hêviyên me rojane geştir dibin ku em ê vegerin warê xwe. Warê me bi xwîna keç û xortên me hatiye avdan. Ev yek jî misogeriya vegera me dide payin. Bila dijminên me wê hêviyê ji xwe re ava nekin ku dayikên efrînî wê bê hêvî bimînin. Heger çi ji me bê xwestin em ê bikin da ku em warê xwe rizgar bikin. Erê bedena me li vir be jî lê belê rih û giyanê me li Efrînê ye. Em ê bi serbilindî vegerin Efrînê."   'Bi warê xwe em hene'   Herî dawî jî Fikret Bekîr jî bertek têkildarî berdewamkirina dagirkeriyê da û wiha got:"Em warê xwe dixwazin. Warê me ne wargeha  Erdogan e. Efrîn warê dapîr û bapîrên me ne. Em ê bi israra xwe vegerin li ser axa xwe ji ber ku eger warê me tune bibe em jî tune dibin. 58 rojan me li ber xwe da em ê heta vegerê jî li berxwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin."