'Em ê pêvajoyê ava bikin' 2025-03-19 09:03:20     Elfazî Toral - Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Jinên tevli 3’yemîn Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn a bi dirûşmeya ‘Em ji bo aştiyê gotina xwe dikin’ bûn der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin: “Banga di 27’ê Sibatê de hatiye kirin her çiqas wek ji PKK’ê re hatiye kirin bê dîtin jî ev bang li saziyên civaka sivîl a Tirkiyeyê ye. Daxwazkirina aştiyê, avakirina aştiyê berpirsyariya her kesî ye.”    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) bi dirûşmeya ‘Em ji bo aştiyê gotina xwe dikin’ 3’yemîn Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn di 15-16’ê Adarê de li Kadikoyê pêk hat. Konferansê du rojan berdewam kir û gelek nûnerên saziyên civak, partiyên siyasî û sendîka tevli bûn.    Jinên tevli konferansê bûn der barê pêvajoyê de axivîn.   Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Civakî Yuksel Genç got ev pêvajo ji her alî cuda ye û got wek pirsgirêka Kurd gelek pirsgirêk hene û ev dikarin li ser maseyê bên çareserkirin. Yuksel Genç got:" Tevgera Kurd û lîderê tevgera Kurd ne di pêvajoyek bidawî bûye, di asta têkoşîneke nû de ne. Paceyek nû tê vekirin. Ev pêvajoya aştiyê ya niha ne pêvajoyek ji rêzê ye. Ev pêvajo ji bo me ne nû ye. Daxwaza çekdanîna PKK’ê û xwefeshkirin ji 1999’an heta niha di rojeva lîderê PKK'ê de bû. PKK’ê di navbera 1999 û 2004’an de gavên cidî avêtin. Hewldanên cidî nîşan dan. Lê Tiirkiyeyê gavên pêwist navêt. Pêvajo cidî negirt. Bedela vê jî hat dayîn.”   ‘Bang ji bo civaka Tirkiyeyê ye’   Yuksek Genç balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got divê ev pêvajo baş bê nirxandin, dewlet berpirsyariya xwe bîne cih. Yuksek Genç wiha dawî lê anî: “Berpirsyarî dikeve ser milê dewletê. Ev bang her çiqas wek bangeke ji bo PKK’ê bê dîtin jî, ev bang ji bo dewlet, saziyên civaka demokratîk û pêkhate, sazî û dezgeyan e. Ji ber vê divê her kes peywira xwe bîne cih.”   Mutabakata 8 xalî !   Rojnameger Hamîde Rencus daxuyakirin ku li hember banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her kes di bendewariyê de ye û got: “Wê dewlet kîjan gavan bavêje? Wê girtî bên berdan? Wê mafê ziman bê dayîn? Li hember feshkirina PKK’ê gelek tişt tên payîn. Lê hîna ne diyar e, nayê zanîn ku wê gelê Kurd çi bidest bixe. Dihat texmînkirin wê li qada Sûriyeyê pir bi bandor bû. Û wisa jî bû, gavên şênber hatin avêtin. Navbera HTŞ û Mazlûm Ebdî de mutabakata 8 xalî hat îmzekirin û hat dîtin ku pêkanînên yek tîp dikarin biguherin.”   ‘Ne hêz ne jî garantiya lîderê HTŞ’ê tuneye’   Hamîde Rencus daxuyakirin ku bi çeteyên DAIŞ û HTŞ’ê avakirina Sûriyeyê ne pêkan e û wiha vegot: “Ne hêz ne jî garantiya lîderê HTŞ'ê tuneye. Tişta ku bi dehan salan pêdiviya Rojhilata Navîn pê heye aştî ye. Gel ji komkujî û qirkirinê bêzar bûye. Niha herêmek pir hesas e. Piştî wan qetlîamên li Xezayê ku li ber çavê cîhanê pêk hatin, êdî gelên Rojhilata Navîn ji hilweşîna Sûriyeyê bêhtir nerehet in. Ji ber ku Sûriye herêmeke kaosê ye ku dê hemû hevsengiyan biguhere. Û tevahiya Rojhilata Navîn bi taybetî jî Tirkiye ketiye bin bandora vê kaosê. Her çiqas welatên Rojhilata Navîn Sûriyeyeke bi îstiqrar dixwazin jî, Sûriyeyeke bê bandora Tirkiyeyê dixwazin. Û ji ber vê yekê ew pêvajoyek nakokî ye. Em dibînin ku ew naxwazin Sûriyeya ku niha bêîstiqrar e û bûye çavkaniya cîhadiyan, di zûtirîn dem de aram bibe. Ji ber ku ev 14 sal in herî zêde tevlî vê cîhada Sûriyê bûye Tirkiye ye. Û naxwazin hêza Tirkiyeyê li erdnîgariya Sûriyeyê zêde xurt bibe. Daxwaza gel aştî ye. Mixabin li van xakan xwîn û hêstiran ji ber desthilatdarên hevkar ku daxwazên gel li ber çavan nagirin berdewam dikin.”   ‘Piştgiriya aktorên siyasî girîng e’   Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê Sevgî Înce jî destnîşan ki ku banga sedsalê hemû kesî dihewîne û di pêvajoyeke wisa de banga hatiye kirin wê piştgiriyek mezin bide. Sevgî Înce wiha got: “Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Li her derê şer heye. Bedela vê jî bi jin û zarokan tê dayîn. Em niha di nokteyeke pir girîng de ne. Ji pêvajoyên din cudatir aktorên siyasî û partî piştgiriyê didin pêvajoyê. Ev piştgirî bi min girîng e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke piralî ye. Pirsgirêka ku 4 welat eleqedar kir êdî bûye pirsgirêkeke cîhanî. Hatina bangeke bi vî rengî hem ji bo welatiyên Tirkiyeyê hem jî ji bo Kurdan heyecanek çêkir. Em dibînin ku hem di dema borî de û hem jî di dema niha de gelek aktor û gelek rêxistinên sivîl derbarê pêvajoyê de dest bi nîqaşan kirine ku ev bang li hawîrdoreke ku civaka sivîl bêdeng e û aştî nayê nîqaşkirin tê. Ji ber vê em neçar in aştiyê ava bikin û daxwaza aştiyê  bikin. Bêguman fikar hene lê bersiva wê bi me re ye.”