Li dijî Dehaqan ber bi azadiyê ve (7) 2025-03-19 09:02:18      Dirûşma Newrozan a nayê guhertin: Jin jiyan azadî   Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Newroz ku ji bo gelê Kurd û jinan ne tenê cejn e, wek roja ku serhildan tên mezinkirin û daxwaz tên kirinê ye. Bi salan e jin ji bo çareseriya pirgirêka Kurd daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û ji bo mezinkirina têkoşîna jinê agirê Newrozê pê dixin.   Newroz ku mizginiya biharê û sembola berxwedan û azadiyê ye bi ked, deng û têkoşîna jinê her sal bi hêvî tê pêşwazîkirin. Îsal wê cara 2637’emîn agirê Newrozê bê pêxistin. Newroz ji bo gelek gelan rojek girîng e. Ji hatina biharê wêdetir veguheriye roja berxwedan û serhildanê. Agirê Newroza li dij zilmê hatiye pêxistin heta îro hatiye.   Cejna Newrozê ku bi salan e ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û Kafkasan ve tê pîrozkirin wek ‘roja nû’, ‘biharê’ tê pîrozkirin. Ji aliyê Gelê Kurd ve jî ev roj bû sembola berxwedana li dijî zilmê. Kurd ne tenê wek cejn, Newrozê wek berxwedanê bi nav dikin. Her sal tevî zextan ji aliyê Kurdan ve bi coşek mezin tê pîrozkirin. Îsal jî wê Newroz bi peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pêşwazîkirin.   Jinan ku her pêvajoyê de gotina xwe gotin û bersiva wan bo pêvajoyê hebû, bi salane Newroz jî têde li qadan bûn û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ û ‘bijî serok apo’ berz kirin.   ‘Bijî Newroz, Bifî Efrîn, Bijî serok Apo’   Jinan Newroza 2018’an ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê berdewam dikirin de, pêşwazî kirin. Jinan li qadên Newrozê peyama ew ligel jinên Efrînê ne dan û gotin ew xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin. Jinan li qadên Newrozê dirûşmeyên ‘Bijî Newroz, bijî Efrîn, Bijî serok Apo’ berz kirin. Her wiha gotin çarseriya pirsgirêkan Îmralî ye.   Di 2019’an de jin li dijî tecrîdê li qadan bûn   Di Newroza 2019’an de pêvajoyek girîng hebû. Li girtîgehan li dijî tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevê birçîbûnê hebûn.  Bi pêşengiya Leyla Guven grev hatibûn destpêkirin. Di Newroza 2019’an de jinan silav ji Leyla Guven û girtiyan re şandin û gotin wê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin. Jinan qadên Newrozê veguhertin qadên berxwedanê.   Dengê Newrozê ji malan, şaneşînan bilind bû   Di 2020’î de ji ber Covîd-19 pîrozbahiyên Newrozê bên betalkirin jî jin û gel bi biryarbûn ku Newrozê pîroz bikin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê gel li malên xwe û şaneşînên xwe Newroz pîroz kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Roja Newrozê ji malan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî Newroz’, ‘Bijî serok Apo’ bilind bû.   Bi coşa 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve   Piştî pêvajoya pandemiyê di 2021’ê de Newroz bi coş hat pîrozkirin. Jinan coşa 8’ê Adarê ragihandin pîrozbahiyên Newrozê û mohra xwe li pîrozbahiyan dan. Jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî qad tije kirin û peyama wê dest ji azadî û mafên xwe  bernedin dan.   Carek din azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin   Di 2022’yan de jî Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Jin bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye’ daketin qadan û daxwaza aştî û azadiyê anîn ziman. Her wiha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.    Di 2023’yan de jî jin li dijî hedefgirtina qanûna 6284'an a li qadên Newrozê cihê xwe girtin û gotin ‘ew dest ji jiyan, mafên xwe bernadin û serhildan mezin kirin.   Di Newroza 2024’an de jî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahî pêk hatin. Li 57 navendî bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadiyê ye’ Newroz hat pîrozkirin.    Bi bandora banga sedsalê Newroza 2025’an   Newroza 2025’an dîsa bi pêşengiya jinan ji bo pêkhatina aştiyeke bi rûmet û xwedîderketina banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. Di Newroza ku starta wê li gelek bajaran bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad civaka demokratîk’, ‘ji bo azadiyê Newreoza Civaka Demokratîk’ hat destpêkirin, jin wê dengê xwe carek din bilind bikin.