ROJEVA 19'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-19 09:00:00     *Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dîrokî ya Newroza 2015’an de bi tespîta xwe ya ‘dîrok û gelê me li gorî rihê demî ji me daxwaza aştî û çareseriya demokratîk dike’ rojevîbûna xwe îro jî diparêze.   *Jinên tevli 3’yemîn Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn a bi dirûşmeya ‘Em ji bo aştiyê gotina xwe dikin’ bûn der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin: “Banga di 27’ê Sibatê de hatiye kirin her çiqas wek ji PKK’ê re hatiye kirin bê dîtin jî ev bang li saziyên civaka sivîl a Tirkiyeyê ye. Daxwazkirina aştiyê, avakirina aştiyê berpirsyariya her kesî ye.” DÎMEN HEYE    *Newroz ku ji bo gelê Kurd û jinan ne tenê cejn e, wek roja ku serhildan tên mezinkirin û daxwaz tên kirinê ye. Bi salan e jin ji bo çareseriya pirgirêka Kurd daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û ji bo mezinkirina têkoşîna jinê agirê Newrozê pê dixin.   *Aktîvîsta TJA’yê Aynur Sarica der barê xetereyên ku jin li qadên mîtîngan pê re tên rû hev de nirxandin kir û got: “Dema dibînin jin destê xwe didin hev, fêm dikin ku winda kirine.” DÎMEN HEYE   *Jinên li Helebê diyar kirin ku ew hêviya xwe ya ji bo vegera warê xwe Efrînê tu carî bi dawî nakin û wiha gotin:"Efrîn ne warê çeteyan e warê me ye. Em ê bi serbilindî vegerin warê xwe." DÎMEN HEYE