Zarokê di komkujiya Kobanê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da 2025-03-18 21:29:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Ronîda Osman Ebdo (18) ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li gundê Berxbotanê yê Kobanê de tevî malbata xwe hatibû hedefgirtin û birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.   Balafirên şer ên Tirkiyeyê 17’ê Adarê malbateke ku di navbera gundên Berxbotan û Qomîçî yên Kobanê de dijîn hedef girtin. Di encamê de dayik, bav û zarok jî di nav de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bibûn.   Ronîda Osman Ebdo (18) ku di êrîşê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.