Cejna Newrozê ya piştî 11 salan: Gel ji bo azadiyê qêriya 2025-03-17 16:06:41   SÊRT - Di Newroza ku piştî 11 salan li Misircê hat pîrozkirin de bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.   Li navçeya Misircê ya Sêrtê piştî 11 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên ji bo Newroza ku li Taxa Sûmerê li qada Belavkirina Komirê hat pîrozkirin, derbasî 3 noqteyên lêgerînê bûn. Welatî bi tilîlî, çepik û sloganan ketin qadê. Dema ku gelê Misirceyê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî qadê bûn, gelê navçeyê ji 7 salî heta 70 salî li qada Newrozê li hev civiyan. Girseya ku li qada Newrozê rawestiyabû bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş, Mehmet Kaysî, Tevgera Jinen Azad (TJA) ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî Newrozê bûn.   Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Elfesya Kubilay axivî û diyar kir ku Newroz wê aştî û biratiyê bîne.   Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Herêma Sêrtê Eşref Tekîn diyar kir ku Newroz cejna berxwedanê ye û got ku ew ê bi vê hişmendiyê têbikoşin. Hevşaredarên Şaredariya Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol jî Newroz li gel pîroz kirin û xwestin Newroz bibe sedema aştiyê.     Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê ya ji bo gelê bajêr û got, “Birêz Ocalan banga aştiya bi rûmet kir. Vê bangê di serî de hêz da me jinan û me hemûyan. Têkoşîna aştiya bi rûmet yek ji têkoşînên herî mezin e. Ev banga bi rûmet ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû mafan e. Divê her kes erka xwe pêk bîne û cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire. Werin em di aştiya sedsalê de cihê xwe bigirin. Newroz berxwedan e, aştiya bi rûmet e, jiyan e, felsefe ye. Newroz li Birêz Abdullah Ocalan pîroz be."   Omer Ocalan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştiya bi rûmet û got, “Aştî ji şer dijwartir e. Ev gel bi salan e ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoşe. Werin em hemû di nava yekîtiyê de tevneke têkoşînê ava bikin. Werin em bi dîplomasiyeke xurt şer rawestînin. Sîstema ku em ê ava bikin, avakirina demokrasiyê ye ku ji dewletan mezintir e. Werin em li gorî vê gavan bavêjin. Birêz Ocalan der barê Rojhilata Navîn de got, 'Yên herî xurt ên Rojhilata Navîn Kurd in.' Û wî daxuyand ku kurd wê pêşengiya avakirina demokrasiyê bikin. Em bi vê hişmendiyê têkoşînê bidomînin."   Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşme, çepik û tilîliyan hat pêxistin.   Piştre gel li dora agirê Newrozê govend gerand.