Li Manîsayê Newroz hat pîrozkirin 2025-03-17 14:03:47   MANÎSA - Li Manîsayê bi dirûşma “Rebertiya Azad Civaka Demokratik” Newroz hat pîrozkirin û peyama azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat dayîn.    Pîrozbahiya Newrozê li Qada Lale ya Manîsayê bi dirûşmeya “Rebertiya Azad Civaka Demokratîk /Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Parlamenterê Bedlîsê DEM Partiyê Huseyîn Olan û Cîgira Seroka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sîbel Uzun beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada ku Newroz lê hat lidarxistin pankarta “Newroza Azadiyê" hat daliqandin.    Welatiyên ku kincên rengîn li xwe kiribûn, bi govendê Newroz pîroz kirin. Agirê Newrozê ji aliyê dayika Sêvê Demîr a di sala 2016’an de li Şirnexê hat qetilkirin Sakîne Demîr ve hate pêxistin.   Destpêkê  Sîbel Uzun axivî û diyar kir ku têkoşîna wekheviyê ya Gelê Kurd gihiştiye cihekî girîng. Sîbel Uzun anî ziman ku ger em li gorî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ve biçin em ê zêdetir nêzî azadî û wekheviyê bibin û her wiha bal kişand ser vê yekê ku ev bangawazî dikare deriyên ji bo kedkar û gel ji bo jiyaneke rehettir veke.   Parlamenter Huseyîn Olan jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û behsa bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Piştî axaftinan Koma Golgedekîler derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.