Qeyûman ewil projeyên jinan betal kir! 2025-03-17 09:02:47   Memîhan Zeydan   WAN - Endamên meclîsa şaredariyê diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ewil projeyên jinan hatine betalkirin.   Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê li girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn şûnde di 15’ê Sibatê de jî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Di heman saetan de hevşaredar Abdullah Zeydan ji peywirê hat girtin, waliyê Wanê Ozan Balci hat tayîkirin. Ozan Balci ku çawa hat peywirê hemû projeyên di 10 mehan de ji bo jinan hatibûn amadekirin, betal kir.   Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê der barê mijarê de axivîn.   ‘Gelek proje û îhale hatin betalkirin’   Evîn Karahan tayînkirina qeyûm bibîr xist û got: “Çawa qeyûm hat êrîşê projeyên jinan kirin. Di 10 mehan de me ji bo jinan gelek proje xistin jiyanê. Qerta jînkart me kir jiyanê. Endamên meclîsê yên AKP’ê jî deng dan. Lê piştî qeyûm hatin betalkirin. Armanca vê qertê ev bû ku jin bi rehetî biçin û bên. Gelek proje û îhaleyên din hatin betalkirin. Gelê Wanê di 31’ê Adarê de dengê xwe dan Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal. Me DEM Partiyê şaredariyek civakî hedef girt. Ji bo me avahî tune be jî em dikarin şaredartiyê bikin. Em bi gelê xwe re ne.”   ‘Ev nêzîkatiya li hember gelê Kurd e’   Bêrîvan Polat jî destnîşan kir ku sê dem in qeyûm tên tayînkirin û wiha anî ziman: “Qeyûman ewil destkeftiyên jinan hedef girt. Jinkart hat betalkirin. Ev ji bo jinan di alî aborî de rehetî bû. Ligel vê qertên piştgiriya civakî hatin betalkirin. Em pir zelal dibînin ku ev nêzîkariya li hember gelê Kurd e. Ligel vê gelek projeyên me yên din hatin betalkirin. Îradeya gel tune hesibandin. Zîhniyeta qeyûm me matmayî nahêle. Em zîhniyetê dizanin. Lê em bi hevşaredarên xwe re di nava gel de ne.”   ‘Ji jinan destpê kirin’   Nazmiye Acar jî bi lêv kir ku şaredariyê der barê jin, ciwan, zarok û gel de xebat dimeşand û ev tişt anî ziman: “Li Wanê ji bo jinan qada xebat û îstîhdamê tuneye. Divê jin ji malan derkevin û civakî bibin. Divê bikaribin biçin nexweşxaneyan. Me ji bo jin rehet bikin qerta jinkart derxist. Lê ji aliyê qeyûm ve hat betalkirin. Me xwest jin bi rehetî ji malê derkevin û xizmeta veguhestinê bibînin. Em hemû zîhniyeta qeyûm dizanin.Em ê piştgiriya ji bo jinan bidomînin.”