Ji Bîrecûkê peyama 'Em ê xwedî li banga sedsalê derkevin' 2025-03-15 14:14:50   RIHA - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê agirê Newrozê bi dirûşmên "Bijî Serok Aoi" hat pêxistin, di axaftinên hatin kirin de banga xwedîderketina li banga dîrokî ya 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.    Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Demokrasiyê hat lidarxistin bûn. Gelek kes serê sibê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Dema ku Li gel jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn ketin qada Newrozê, girseya ciwanan derket pêş. Zarokên ku bi rengên sor, zer û kesk rûyê xwe boyax kirin beşdarî Newrozê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok APO, “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.   Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Mahmut Manas, girse silav kirin û banga piştevaniyê ji bo Abdullah Ocalan li gelê Kurd kirin 7.    'Agirê yekem li Îmraliyê hat pêxistin'   Parlamentera DEM Partiyê  ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, "Gelê Kurd gelek bedel dan û bû serketî. Gelê Kurd îro bi dostên xwe re dîrokê dinivîsîne. Silav ji kesên ku dîrok nivîsandine re. Niha dema berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Eger em îro Newrozê pîroz dikin ev bi saya kesên ku bedena xwe kirin agirê Newrozê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga di 27'ê Sibatê de agirê yekem ê Newroza vê salê pêxist."   Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo di pêşengiya jinan de hat pêxistin û bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.