Li Bismilê coşa Newrozê 2025-03-15 12:28:11   AMED - Li Bismilê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi coşek mezin hat pîrozkirin. Peyama xwedî li derketina bangewaziya Abdullah Ocalan hat kirin.    Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pêk hat. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî dest bi herikîna qadê kir. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70'ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.    Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz kirin.   Komîteya Amadekar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî bal kişand ser coşa 8'ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê.    Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedî li derketinê kir.    Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran derketin ser dikê. Welatî bi gerandina govendê Newroza 2025'an bi coşek mezin pîroz kirin.