ROJEVA 14'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-14 09:00:00     *Li xeleka jinên bûn Newroz, Ronahî û Bêrîvan jî zêde bûn û di nameya li pey xwe hiştin de wiha gotin: “Em dizanin û bawer dikin. Agirê me pêxistiye wê bibe sedema agirên hîn mezintir.” Ronahî û Bêrîvan ku xelekek nû li jinên bûn Newroz zê kir wek "Gihiştin sira agir"  hatin pênasekirin. DOSYA   *Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya li Helebê Ayşe Hiso têkildarî banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  diyar kir ku ev bang wê ji aloziya Rojhilata Navîn jî bibe bersiv û got:”Ji bo bangê divê Tirkiye gavên rast biavêje.” DÎMEN HEYE   * Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yidirim da zanîn ku piştî banga sedsalê ji bo pêvajo bê meşandin divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û da zanîn ku bang gelek girîng e divê dewlet gavê bavêje. BI DÎMEN    * "Li gorî min di xebatên yekîtiya neteweyî ya jinan de divê ev yek bibe pêşeng. Heta ku ev zîhniyet li Kurdistanê neyê îzolekirin, siberoja ne jinên Başûr û ne jî jinên parçeyên din wê misoger bibe."" JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Newroz li Rojhilata Navîn ji bo jinan ne tenê hatina biharê heman demê de sembola bexwedan, piştevanî û azadiyê ye. Jin her sal li welatên xwe li qadên Newrozê tên gel hev û daxwaza wekhevî û edaletê diqîrin. DOSYA   *Nûçegîhana JINNEWS'ê Pelşîn Çetîkaya ku tevî hemû êriş û astengiya ji rastiyan tawîz nake wiha dibêje: “Çapemeniya azad ji ber rastiyê nîşan dide tê krîmînalîzekirin. Ji ber vê di hedefê de ye û di bin êrişan de ye.”  BI DÎMEN