SOHR: Hejmara sivîlên hatin qetilkirin bû 973 kes 2025-03-10 12:37:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 6'ê Adarê û vir ve li rojavayê Sûriyeyê 973 Elewiyên sivîl hatin qetilkirin.   SOHR ku li Sûriyeyê xwedî toreke berfireh a çavkaniyan e, bal kişand ser 'operasyonên paqijiya etnîkî û înfazên bêdaraz' ên ji aliyê komên çekdar ên Şamê ve têne kirin û ragihand ku heta niha 973 kes hatin qetilkirin ku di nav de zarok û jin jî hebûn.   Li gorî SOHR'ê, ji hêzên çekdar ên Şamê û hêzên çekdar ên Elewiyan herî kêm 481 kes hatin kuştin.   Neteweyên Yekbûyî, Washington û paytextên din komkujî şermezar kirin û bang li rayedarên Şamê kirin ku dawî li kuştina mirovan bînin.