Jinên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan bangê 2025-03-09 21:59:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Başûrê Kurdistanê bi peyamekê piştgiriya xwe ya ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ anî ziman û gotin her erka bikeve ser milê wan wê bi cih bînin.   Jinên Başûrê Kurdistanê li Parka Azadî ya Silêmanî daxuyaniyek dan çepemeniyê û piştgiriya xwe ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.   Li ser navê jinan Ala Ebûbekir daxuyanî da. Ala Ebubekîr peyama Abdullah Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê ji bo jinan şandibû xwend.   Piştre peyama Jinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo piştevaniya bi Abdullah Ocalan hat xwendin. Di peyamê de ev hate gotin: “Em Jinên Başûrê Kurdistanê, peyama sedsalê ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û peyama 8’ê Adarê silav dikin û piştgiriya wê dikin. Bi hemû rengî piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin û her erkê bikeve ser mile me bi cih tînin.