Halîde Turkoglu: Berpirsyarî li ser milê me hemûyan e 2025-03-09 09:05:20       Melek Avci   ENQERE-Halîde Turkoglu da zanîn ku piştî banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakek demokratîk û aştiyane wê bi jinan re bên gel hev û got: “Birêz Ocalan banga xwe kir. Berpirsyarî dikeve ser milê dewletê lê dikeve ser milê me jinan û hemû aliyan.”   Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîna deng dide û desthilatdariyê hîna gavek navêtiye. Bêguman aktorên herî girîng ên aştî û banga demokratîk jin in û xebatên xwe yên ji bo pêvajoyê didomînin.Meclîsa jinan a DEM Partiyê hefteya pêş wê bi siyasetmedarên jin yên li meclîsê re bê gel hev. Bi hev re wê li bajaran hevdîtinan pêk bînin.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu der barê banga 27’ê Sibatê de ji ajansa me re axivî.    Halîde Turkoglu got ku bi salane ew wek jin ji bo aştiyê têkoşînê dimeşînin û ev tişt bi lêv kir: “Banga Birêz Ocalan  carek din ji bo me jinan nîşan da ku têkoşîna ji bo aştiyê çiqas mafdare. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, ji bo me girîng e ku parlamento di siyaseta demokratîk û danûstandinên demokratîk de rola xwe bilîze û her beşên civakê li şûna siyaseta şer bi rastî behsa aştiyê bike.  Birêz Ocalan got, "Ez dikarim van îmkanan, van derfetan biafirînim" û nîşan da ku bi hemû berpirsyarî û cesareta xwe dikare vê pêvajoyê bifetisîne û ev jêhatiya wî heye. Ev yek hêzê dide me jinan, hem di warê têkoşîna ku em didin meşandin de. Hem jî weke beşeke me ku hêviya xwe ji wê guhertinê li vî welatî winda nakin, ji ber ku em xwedî têkoşîneke ku rewşa heyî qebûl nakin, polîtîkayên şer, mîlîtarîzm û zayendperestiyê red dikin.”   ‘Bi salane em têkoşîna aştiyê dimeşînin’   Halîde Turkoglu balkişand ser nêzîkatiya aliyên cuda yên civakê yên li hember bangê û ev nirxandin kir: “Em dizanin ku şer û pevçûn di jiyana jinan de çawa vediguhere tundiyê. Dema ku em vî alî dinirxînin, em jin bi salan e têkoşîna aştiyê dimeşînin. Bê guman jin aştiyê dixwazin, lê li gel aştiyê em jin jî dibêjin civakek demokratîk pêwîst e.  Di vî warî de ji bo têkoşîna jinê firsendeke dîrokî ye. Di vî warî de sernavê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku birêz Ocalan daye destpêkirin jî pir girîng e. Bê guman jin aştiyê dixwazin, lê li gel aştiyê em jin jî dibêjin civakek demokratîk pêwîst e. Di vî warî de divê di dewletê de hin guhertin çêbibin. Bi bangê berpirsyariyên me jî hene. Di vî warî de ger em bi rastî dixwazin ev welat bi ser bikeve û têkoşîna jinê mezin bibe, divê pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe.”   ‘Em xwedî li banga Birêz Ocalan derdikevin’   Halîde Turkoglu balkişand ser rol û mîsyona jinan a di pêvajoya aştiyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan hem di têkoşîna azadiya gelê Kurd de hem jî di têkoşîna azadiya jinên Kurd de kedeke cidî daye. Dema ku pirsgirêka azadî û wekheviyê ya Kurdan nirxand, ji pirsgirêka azadî û wekheviya jinê bêpar negot. Ji bo me avakirina aştiyê û afirandina her cure zemînên ku polîtîkayên şer ji holê rakin, pêwîst e.  Em jin xwedî li banga Birêz Ocalan derdikevin û vê bangê ji t^Keoşîna azadiya jinên Kurdistanê Tirkiyeyê, têkoşîna femînîst a sosyalîst cuda nagirin dest. Ji ber li vî welatî jin her tim  di hedefê de ne.”   Rola meclîsa jinan   Halîde Turkoglu da zanîn ku piştî bangê wek Meclîsa Jinan a DEM Partiyê dest bi xebatên xwe kirine û wiha vegot: “Em kesên ku têkoşîna jinan dimeşînin em ê bi hemû jinên tune hatine hesibandin, rêxistinên jinan, rêxistinên femînîst re bên gel hev. Bi vî awayî em dikarin pêvajoyê di zemîna demokratîk de pêş bixînin.”   ‘Rola ku birêz Ocalan lîstiye derfetek cidiye’   Halîde Turkoglu der barê zimanê çapemeniya alîgir û hinek aliyan ku der barê banga dîrokî de tên kirin de jî wiha vegot: “Yên ku vê dewletê bi rê ve dibin an jî yên ku di vê medyayê de hewl didin zimanê şer weke têkçûn nîşan bidin, divê vê bibêjin; Kurd bi sed salan hatin înkarkirin, lê îro di sedsala 21’ê de ew Kurdên ku we înkar kiribûn li hemû cîhanê tên naskirin. Di qonaxa ku em gihiştine sedsala 21’ê de, ger Kurd li Rojhilata Navîn mijareke damezrîner be, tevî vê înkarê jî, rola ku birêz Ocalan li vir lîstiye, derfetek cidî ye. Jixwe aştiyeke bi rûmet bi xwe hemû gelan eleqedar dike û hemû gel li vir bi ser dikevin. Îfadekirina wê ya bi vî rengî bi rast xwendina pêvajoya heyî ye. Ger hûn nekarin rast bixwînin, hûn ê her cûre manîpulasyonê bikin.”    ‘Em ê bi hemû jinan aliyên cuda re bên gel hev’   Halîde Turkoglu  der barê bernameya meclîsê de jî ev  tişt gotin: “Em wek meclîsa jinanan a DEM Partiyê hewl didin bi hemû pêkhateyên xwe re  bi banga aştî û civaka demokratîk re bên gel hev. Em ê bi siyasetmedarên jin yên li meclîsê re bên gel hev. Bi jinên partiyên siyasî re baskên jinan re bên gel hev. Armanca me avakirina zimanê aştiyê ye. Dibe ku xwedî nêrîn, îdeolojiyên cuda bin. Lê em dikarin bibin mxualîf û zimanê aştiyê ava bikin. in dê li bajaran behsa aştiyê bikin... Demokrasiya herêmî ev e. Li wir jî ruh, ziman û civakbûna aştiyê pêk tê, birêz Ocalan bangawaziya xwe kir û piştî vê bangê, erê dewlet xwedî hin erkan e, divê bi cih bîne, lê civak, jin û her beşê civakê jî.”   Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Birêz Ocalan banga xwe kir û piştî vê bangê erê dewlet xwedî hin erkan e, divê bi cih bîne, divê civak, jin û her beşê civakê jî bi cih bîne. Ji ber vê yekê ev berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan û pêwîste vê berpirsyariyê bi cih bînin û vê helwesta xwe ya bi biryar nîşanî her kesî bidin. Wekî ku min got, dewlet dikarin ji xwe bêtir tevgerên manîpulatîf bikin, lê em dizanin ku em çi dixwazin. Civak çi dixwaze, jin jî dizane çi dixwaze. Di vî warî de gavên ku em ê bavêjin û xebatên ku em ê bimeşînin ruhê bingehîn ê vê pêvajoyê vedihewîne.”