Ji bo banga sedsalê gel li Qada Şex Seîd kom bû 2025-02-27 15:15:16   AMED - Beriya peyama ku wê Abdullah Ocalan bişîne, bi sedan kes li Amedê dest bi daketina qada Şex Seîd kirin.    Girseyê gelek caran govend gerand.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê peyama sedsalê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan saet 17.00'an li Stenbolê eşkere bike. Daxuyanî wê li qada Şex Seîd a Amedê li ser ekrana LED-ê bê nîşandan.   Beriya daxuyaniyê bi saetan bi sedan kes li Qada Şex Seîd kom bûn. Li qada ku gelek jin, ciwan, pîr û zarok lê kom bûn, jinan govend gerandin.    Li aliyê din gelek rojnameger jî li qadan li benda banga sedsalê ne.   Bendewariya girseyê didome.