ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN 2025-02-22 09:00:00     *Ji roja ku HTŞ’ê rêveberiya Sûriyeyê xist bi kontorla xwe heta niha, bi pêkanînên li hember jinan derdixe holê ku wê ‘Sûriyeyek çawa’ ava bike.   *Jinan derbarê tayînkirina qeyûman de nirxandin kirin û diyar kirin ku qeyûm dijhiqûqî ye. DÎMEN HEYE    *Li gorî ILO û UNICEF’ê li seransrê cîhanê 160 mîlyon zarok tên xebitandin li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek dixebite. Endama Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê Berfîn Elçî got xizanî di temenê zarokatiyê de xebatê zêdetir dike û got: “ Saziyên wek MESEM keda zarokan binpê dike. Divê mekanîzmayên kontrolê bikevin dewrê.” BI DÎMEN