Yekîneya Lênihertina li Malê xizmetê dibe malan 2025-02-18 14:11:44   AMED - Yekîneya Lênihertina Li Malê a girêdayî Gerînendetiya  Berasteng û Navsereyan ya Şaredariya Peyasê, xizmetê dibe nava malan.    Yekîneya Lênihêrtina li malê ji bo hemwelatiyên navçeyê yê navsere, berasteng û nexweş û yên ku bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yên wekî tendirustî, lênihêrtina şexsî, paqijiyê û jiyanî pêk bînin, xizmetê dibe mala wan û pêdiviyên wan bi cih tîne.   Yekîneya Lênihêrtina li Malê, her meh li malên ku sûdê ji xizmeta şaredariyê werdigirin, bi hevgirtina psîkososyal, kontrola tansiyon û şekir, pansûman, sonda, kûafor, paqijiya malê, û her wekî ji van cihêtir xizmeta şuştin, zihakirina kincan û lênihêrtina şexsî dide 680 kesan.   Hemwelatiyên li navçeya Peyasê rûdinên, dikarin daxwaza Xizmeta Lênihertina Malê bikin û sûdê jê werbigirin. Kesên ku pêdiviya wan bi xizmetek wiha heye, dikarin bi rêya telefonê xwe bigihînin Yekîneya Lênihertina Li Malê a girêdayî Gerînendetiya  Berasteng û Navsereyan ya Şaredariya Peyasê û daxwaz bikin.   Ji bo têkiliyê Telefon: 0412 251 24 25 Daxîlî: 1000